KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

îne, 24/11/01
Main » 2010 » tebax/gelawêj » 13 » Jiyana Nivîskar û Zimanzan Qenatê Kurdo
17:36
Jiyana Nivîskar û Zimanzan Qenatê Kurdo
Zimanzan, nivîskar û akademiyê Kurd Qenatê Kurdo di sala 1909 li Bakurê Kurdistanê gundê Sûsizê/Qersê ji dayik bûye. Kurdo di sala 1918 de berê xwe dide Tiflîs. Li Tiflîsê Kurdo diçe dibistana zimanê Kurdî. Sala 1928 diçe Lênîngradê (îro Sankt Petersburg) û li ûnîversîtê li ser Ziman, Dîrok û Wêjeyê dixwîne. Ew di sala 1941 promotion'a (Doktortî) xwe bi dest dixîne. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn li fakulteya lêkolînên rojhilat dest bi hînkirina zimanê kurdî û kurdologiyê (Zanistiyên li ser gelê Kurd) dike. Sala 1960 Qenatê Kurdo bû serokê perçeyê Kurdologiyê li fakulteyê. Nivîskar û zimanzan Kurdo di 31 mijdara sala 1985 li Lênîngradê koça xweyî dawîn kir.

Berhem:

Qenatê Kurdo bêtirî ji 100 monografiyan, pirtûk û nivîs li ser Ziman, Dîrok û Folklora kurdî nîvisandiye.

  • Sala 1957 Gramatîka Kurdî
  • Sala 1960 Ferhenga Kurmancî-Rûsî
  • Sala 1978 Cûdahiya di navbera zaravê Kurdî Kurmancî û Soranî de di pirtûkekê de tîne ber hev
  • Sala 1983 Ferhenga Soranî-Rûsî
  • Sala 1983/1985 du cildên li ser dîroka Kurdan
  • Mem û Zîn
Category: Navdarên Kurd | Views: 524 | Added by: KDoz | Tags: Qenatê Kurdo, jiyan, Dîrok | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]