KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » tîrmeh/temûz » 20 » Justin Bieber stêrka nuh di cîhana mûzîkê de
19:22
Justin Bieber stêrka nuh di cîhana mûzîkê de
Stêrka mûzîkê, ciwanê 16 salî yê kanadî Justin Bieber bi klîpa xweyî "Single" <<Baby>>  li ser platforma vîdyoyan Youtube kete pêşiya keça New York'ê hunermenda bi nav û deng Lady Gaga, ya bi klîpa <<Bad Romance>>. Li gor magazîna mûzîkê "NME",  klîpa Bieber 250 melyon car, ya Lady Gaga jî 147 melyon car hatiye temaşe kirin.
Justin Bieber di 1 adara 1994 li Ontario ya Kanada ji dayik bûye û destpêkê de, bi xwe vîdyo dikişandin û li ser Youtube belav dikirin. Klîpa xweyî yekemîn <<One Time>> di tîrmeha 2009 li Kanada belav kir. Di pişre di payiza 2009 ev klîp gihişt DYA û Ewrûpa jî.
Category: mona lîza | Views: 393 | Added by: KDoz | Tags: Lady Gaga, Justin Beiber | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]