KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 13 » Karayilan: Em statuya Katalonyayê dixwazin
14:02
Karayilan: Em statuya Katalonyayê dixwazin
Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Murat Karayilan ji rojnameya El Mundo ya Spanyayê re axivî û diyar kir ku ew di warê otonomiyê de li modeleke weke ya Spanyayê digerin. Karayilan diyar kir ku wana destûra bingehîn ya Spanyayê lêkolîn kiriye û bal kişand ku li gorî asta guhertinên herêman otonomî hatiye dayîn.

Karayılan got; "Hikûmetên herêmî bi ya navendî re di nava hevsengiyekê de ne, hêzên xwe yên polis û parlementoya xwe bi xwe hene, wê modeleke wiha bê şopandin”.

Karayilan got; "Ger em jî otonamiyeke weke Katalonyayê bi dest bixin, em ê çekan deynin û radestê Netewêyên Yekbûyî bikin” û bibîr xist ku wê agirbest heta 20 îlonê bidome.

Karayilan hişyariyeke wiha kir; "Lê ger êriş û girtin berdewam bikin, wê demê em ê neçar bimînin ku stratejiyê biguherînin û dawî li agirbestê bînin.”
Category: Welatê me | Views: 362 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]