KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

sêşeme, 24/05/07
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 26 » Karayilan: Rewşa herêma Kurdistanê xetere
21:20
Karayilan: Rewşa herêma Kurdistanê xetere
Di derbarê xwepêşandanên li herêma Kurdistanê de Serokê Konseya Rêveber a KCK Murad Karayilan daxuyaniyek da û got, ku ti sûda Kurdan ji pevçûnên navxweyî nîne û rewşa herêmê bi xeter bi nav kir.

Di daxuyaniyek jibo ANF Karayilan got, ku tenê bi diyalog û riyên aştiyane pirsgirêkên başûr tên çareserkirin.
Karayilan got ; "Hêj jî beşek ji Başûrê Kurdistanê nehatiye azadkirin. Bê guman divê li beşa azadkirî jî sîstemek demokratîk û azadîxwaz hebe. Divê parvekirine adîl hebe. Divê cihê gendeliyê lê nemîne.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK got, ku divê hikûmet û Oposîtyon jiber vê pêvajoya nazik a rojhilata navîn baldarbin û pêşniyar kir ku herdu riyek hevpar jibo çareseriyê bibînin. Karayilan bang li herdu aliyan kir ku dest ji hewldanên tundiyê berdin û bal kişand ku ev yek ti sudê nade tu kesekî.

Karayilan got; "li ser vî bingehî em bang li herdu aliyan dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin, di vê dema dîrokî de pirsgirêkên di navbera xwe de bi riyên aşitiyane çareser bikin. Ger divê mijarê de tiştek ku em bikaribin bikin hebe, em amade ne. Em her tim ji bo çaseriya demokratîk û aramiya Herêma Kurdistanê tişta ku dikeve ser milên me amade ne. Bi vî awayî em dikarin bi rêbazên cûda alîkarî bidin. Em alîgirê aramiya herêmê ne. Em alîgirên yekitiya gelê Kurd, dad û pêşketina demokrasiyê ne. Ji ber vê jî divê her du alî bi berpirsyarî nêzî pêvajoyê bibin. Bê ku ev krîz kûrtir bibe, wê çareserî di berjewendiyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê û hemû gelê Kurd de be û bi ya me divê pirsgirêk bi vî awayî were çareserkirin.”
Category: Welatê me | Views: 527 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]