KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 20 » KCK'ê pêvajoya bêçalaktiyê dirêjkir
12:24
KCK'ê pêvajoya bêçalaktiyê dirêjkir
Îro roja dawî ya pêvajoya bêçalakîtiya eskerî ya KCK'ê bû.Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di 13'ê tebaxê de, ji bo şansek bidin hewldanên çareseriya demokratîk, heta 20'ê îlonê biryara bêçalakîtiya eskerî îlan kiribû.

Ji ber îro roja dawî bû, raya giştî bi meraqeke mezin li benda rewşa biryara bêçalakîtiya eskerî ya KCK'ê bû.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê vê sibê daxuyaniyek weşand û pêvajoya bêçalakîtiyê dirêj kir.KCK'ê diyar kir, ku ji bo nirxandina pêşketin û rewşa nû, biryar dane, ku pêvajoya bêçalakîtiyê heta daxuyaniya ku hefteya bê bidin, dewam bike.

KCK'ê, bi vê wesîleyê hewldanên rayedar û çapemeniya tirk ên ji bo reşkirina tevgera azadiya kurd jî bi zimanekî tûnd rexne kir.KCK'ê diyar kir, ku şerê taybet ya dewleta tirk ku bi şerê psîkolojîk hewl didin gel û tevgera azadiyê bînin hemberî hev û lê belê ev hewldan wê negihêjin armanca xwe.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li hemberî van hewldanên qirêj banga hestiyariyê li gelê kurd kir. anf
Category: Welatê me | Views: 422 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]