KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » mijdar/sermawez » 1 » KCK heya hilbijartinên 2011 agirbest dirêjkir
18:04
KCK heya hilbijartinên 2011 agirbest dirêjkir
Rêvebiriya Konseya KCK di daxuyaniyeke xwe de, pêvajoya bêçalaktiyê heya hilbijartinên 2011 dirîjkir.


HETA HILBIJARTINÊN GIŞTÎ BÊÇALAKÎ

Rêvebiriya me ev peyam nirxandiye û nêrîn û perspektîfên Serokatiya me rast hatiye dîtin. Rêvebiriya tevgera me, digel mantalîte û uslûba (şêwazê) AKP’ê yê ji demokrasiya rasteqîne ya çareseriyê dûr û girtî, sepandina pêvajoya çareseriya demokratîk û ji bo hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê yên dahatû bi tenduristî derbas bibin, ji ber berpirsyariyên ku em li himber gelên xwe hest dikin; me biryar daye ku ji îro heta hilbijartinên giştî yên 2011’an bêçalakî bê domandin.

Di vê pêvajoyê de hêzên me yên gerîlla ti çalakiyek dê pê nehêne. Hemû hêzê me dê vebirî ligel vê biryarê bin û dê li gor biryarê tevbigerin. Encax hêzên me li himber êrîşên jinavbirinê ji bo parastin û berevaniya xwe dikevin pêgeha (pozîsyona) nav pêwîst û mafê xwe yê mîsîlemeyê dê bi kar bîne.


JI BO AŞTIYEK MAYÎNDE 5 GAV di daxuyaniya xwe de aşkere kir:


1- Rawestandina operasyonên leşkerî û siyasî,

2- Serbestberdana siyasetmedarên Kurd ku bi awayekê neheq hatine destgîrkirin.

3- Ji bo Rêber APO bi awayekî lebat (aktîf) beşdarî pêvajoyê bibe divê rê pêşiya Wî bê vekirin û diyalogên tê rêvebirin divê vebiguheze asta muzakereyan,

4- Ji bo pêşketina pêvajoyê, sazkirina komîsyonên makezagonê û lêkolînên heqîqetan,

5- Rakirina bendava hilbijartinê ya ji sedî 10 ku ti derê dinyayê tune ye.

Category: Welatê me | Views: 436 | Added by: KDoz | Tags: dirêjkir, Hilbijartin, KCK, Armanc, Agirbest | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]