KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 14 » KNK piştgiriya TZP kir û banga boykotkirina dibistanan kir
17:19
KNK piştgiriya TZP kir û banga boykotkirina dibistanan kir
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) piştgirî da kampanyaya TZP-Kurdî ya bi nave "Em zimanê xwe yê zikmakî dixwazin” dayî destpêkirin û em dibistanan jibo hefteyekê boykot dikin û KNK’ê banga piştgiriyê li her kesî kir.

Di daxuyaneke xwe de, KNK diyarkir, ku dewleta Tirk di asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî de bi israre, bi taybet di dema desthilatdariya AKP de. KNK pakêta guhertinên nuh yên destûra bingehîn, bêwate dibîne. Ji ber vê sedemê Kurdan referandûm boykot kirine.

KNK’ê got; "Di nav polîtîka giştî ya neteweyî ya KNKyê de, li Bakur û Tirkîyeyê di pêşengîya TZP-Kurdî da xebat û têkoşîneke bilind û mezin tête dan. TZP-Kurdî, di konferansa xwe ya dawîya Tebaxa îsal [2010] da jî biryarên gelek giring standine ku di pratîkê bêne bi cih înan. Komisyona ziman û perwerdeyê ya KNKyê, wan biryarên li Konferansa Amedê hatine standin, di hatina qonaxa îro ya têkoşîna azadîya neteweyî ya Kurd û Kurdistanê da giring dibîne û piştevanîyê lê dike. Dibistanên Tirkîyeyê 20ê Îlone vedibin. Em wekî KNK, bangî xelkê Kurd û Kurdistanîyan dikin ku biryarên ji teref TZP-Kurdî ve hatine standin, herfîyen bêne bi cih înan. Di pratîkê da realîzekirina xurt ya van xwastek û biryaran dê bibe fişareke mezin li ser dewlet û hukûmeta Tirk. Xebat û têkoşîna parastin û bi kar înana zimanê Kurdî, karekî man û nemanê ye. Ji bo fermîyeta Kurdî ya di nav sîstemê perwerdeyê û herweha îdarî da divêt xebat û têkoşîneke xurt û mezin bête dan. Lewma em bawer dikin ku xelkê Kurd û hemû Kurdistanî dê bi şuûra li paşeroja xwe xwudan derketinê, li ser van biryaran rawestin û bi cih bînin”. ANF
Category: Welatê me | Views: 405 | Added by: KDoz | Tags: KNK, TZP, Ziman, Kurdî | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]