KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » gulan » 25 » KNK wê sê konferansan lidarbixe
22:47
KNK wê sê konferansan lidarbixe
BRUKSEL - 10.Civata Giştî ya Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) yaku duh li Belçîkayê hatî destpêkirin berdewam dike. KNK`ê ji bo pêvajoya nû ya kar gelek biryar girtin. KNK wê giraniyê bide xebatên `Konferansa Netewî ya Kurd`, `Konferansa Netewî ya Jinan` û `Konferansên Ziman`.

Kongra Netewî ya Kurdistanê li paytexta Belçîka Brukselê 10. Civata Giştî pêktîne. Di Civata Giştî yaku duh destpêkirî de 75 delege û gelek nûnerên rêkxistinên civaka sivîl hene. Di rûniştina îro ya civatê de, xebatên salekê yên komîte û komîsyonên girêdayî KNK`ê hatin nirxandin.

TEKOŞÎNA LI HEMBER QANUNÊN CUDAKER YÊN LIHEMBER JINÊ

Piştî nîqaşên liser raporên xebatê derbazî planlamê bûn. Di van nîqaşan de, Komîsyona Jinan biryara destekdayîna konferansa netewî ya jinan û di organîzasyonê de cihgirtinê da. Herwiha biryara di derbarê, têkoşîna qanunên ku di başûrê Kurdistanê de li hember jinê tên bikaranîn de jî hat girtin. Komîsyona jinê ya KNK`ê da diyarkirin di çêkirina duwemîn Konferansa netewî ya jinê yaku wê li Hewlêr bê lidarxistin de, ewê xebatek aktîf bikin. Biryarên din yên ku komîsyona jinan girtîn wihane: `Jibo azadiya jinên girtî yên li Surye, Îran û Tirkiyeyê têkoşîn bê meşandin`., `Destek dayîna kampanyaya `Em tekoşina azadiyê bilind bikin û çanda destavêtinê derbazbikin` yaku ji aliyê tevgera jinên azad ve hatî destpêkirin.

DI KURDÎ DE ALFABEYA LATÎNÎ

Komîteya Ziman û Çandê jî jibo pêşxistina zimanê Kurdî xebatek aktîf dana meşandin divê çarçoveyê de, li darxistina konferansan weke hedef danî pêşiya xwe. Herwiha ji bo ku Kurdî di herçar parçeyên Kurdistanê de bikeve bin ewlekariya desturabingehînde xebatek çalak dayîna meşandin hat biryar girtin. Komîsyona Ziman û Çandê yaku wê li Kurdistanê konferansên ziman lidarbixe, jibo ku alfabeya latînî di herçar parçeyan de bê bikaranîn wê hewildanan bike. Komîsyona Dîplomasîyê biryara di her qadêda rêkxistin bûn û di qada navnetewî de kurbûn kir armanca xwe. Di runiştina piştî nîvrode xebatên Yeketiya Netewî yên KNK`ê û rolê ku wê KNK divê mijarê de bileyîze girtin dest.

LI BAKURÊ KURDISTANÊ ŞOREŞA ÇANDÎ Û CIVAKÎ PÊK HATIYE

Civîna Civata Giştî hîn jî didome, duh jî gelek mijarên girîng hatibûn girtina dest. Civata Giştî ya ku bi sondxwarina 12 endamên nû hatî destpêkirin, axaftina vekirinê ya Civata Giştîserokê KNK’ê Tahir Kemalîzadeh kir. Kemalîzadeh bal kişande ser pêvajoya ku Civata Giştî tê de hatî pêkanîn û diyarkir yekitiya dij-Kurd bi hêz bûye. Kemalîzadeh li ser têkoşîna Gelê Kurd ya li çar parçeyên Kurdistanê ji axivî û diyar kir, "Li Bakurê Kurdistanê şoreşa çandî û civakî pêkhatiye”.

Kemalîzadeh diyar kir konsepta şerê giştî ya dewleta Tirk ji bo herêmê jî metirsî di afirîne û rewşa pêvajoya siyasî ya li başûrê rojava, rojhilat û başurê Kurdistanê jî nirxand. Kemalîzadeh diyarkir Kurdan li Başurê Kurdistanê statoyekî diyar ya xwe heye tinê ev rewş jî bi yekitiya netewî dikare were parastin.

Serokê KNK’ê bang li hêzên siyasî yên Kurd kir ku, li hember êrîşên ku destkeftên gelê Kurd dikin armanc bi têkoşînekî hevgirtî tevbigerin. Tahîr Kemalîzadeh diyar kir wek KNK’e di bin navê yekitiya netewî û parastina destkeftiyên gelê Kurd de ewê tevger bikin û gotinên xwe bi peyvên wek, emê giraniya xebata xwe bidin ji bo pêkanîna konferansa netewî, konferansa jinan û konferana ziman dawî anî.

Piştî axaftinan peyamên PÇDK, PJAK û PYD’ê yên ku ji bo civata giştî şandîn hate xwendin.

Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî beşdarî Civata Giştî bû û axaftinek kir. Kartal diyar kir Civata Giştî di demek ku li Kurdistanê buyerên girîng pêk hatî de hatiye pêk anîn û daxwaza serkeftinê kir.
Category: Welatê me | Views: 559 | Added by: KDoz | Tags: Civîn, KNK | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]