KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

sêşeme, 24/05/07
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 29 » Komara Îslamî a Îranê pista Sûriye digre
10:42
Komara Îslamî a Îranê pista Sûriye digre
Bûyerên li Sûriyeyê rojeva Cîhanê dagir kiriye, lê çapemeniya Îranê van pêşketinan sansur dike. Di bûyerên li Sûriyeyê de bi sedan kes têne kuştin, lê televîzyonên Îranê qet cî nade Sûriyeyê. Rêberê Olî yê Îranê Ayatullah Xameyni Sûriyeyê ji nedîtî ve hat û got ; "Giyanê şoreşa Îranê li Lîbya, Yemen û Behriyenê digere.”

Sala par Serokkomarê Sûriye Beşar Esad hatibû serdana Tehranê û di kanalên televîzyonê de, Îranê madalya dabû Esad. Lê niha, televizyonên Îranê qet cih nadin nûçeyên pêşketinên li Sûriyeyê.

Rejîma Îran, qet cih nade nûçeyên kuştinan ên li Sûriyeyê, herwiha meclîsa Îranê jî bûyeran qet gotûbêj nakin. Niha rayagiştî maye li benda daxuyaniya Serokkomar Ehmedînejad.

Berdevkê Wezîrê Derve yê Îranê Ramin Mehmanperes, ji kanala dewletê ya Erebî al Alam re axivî û daxuyaniya Obama ku dibêje "Îran di nava bûyerên li Sûriyeyê de çalak e” derewand. Rêberê Olî yê Îranê Ayatullah Xameyni Sûriyeyê ji nedîtî ve hat û got ; "Giyanê şoreşa Îranê li Lîbya, Yemen û Behriyenê digere.”
Category: Cîhan | Views: 483 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]