KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » kanûn/berfanbar » 20 » Komara Îslamî a Îranê termê Hesenzade dizî û wenda kir
14:47
Komara Îslamî a Îranê termê Hesenzade dizî û wenda kir
Komara Îslamî a Îranê dev ji miriyan jî bernade. Hesen Hesenzade, piştî ku li Fînlandayê jiber krîza dil jiyana xwe ji dest da, li Makoya rojhilatê Kurdistanê hate veşartin. Lê gora Hesenzade ji aliyê dewletê ve hat vedan û cenaze hat revandin û wenda kirin.

Keça Hesenzade ku li Helsînkî dijî ji ANF’ê re axivî û got; "Hêzên Îranê bi hinceta me term li Goristana Şehîdan veşartiye, derxistin û winda kirin.”
Hesenzade wekî din ji ajansê re got, ku 8 kesên ku ji Fînlandayê bi cenazeyê re hatibûn, hatine girtin.

Hesenzade li gundê Yarigmê a Makoyê di sala 1950 ji dayik bûye.
Piştî ku gelek ji malbata wî tên kuştin, 1984 koçî Bakurê Kurdistanê dike
û ev bûne 25 sal li Fînlandayê dijî
Category: Welatê me | Views: 841 | Added by: KDoz | Tags: Îran, hesen, term, fînland, cenaze, Rojhilat, komar | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]