Main » 2010 » eylûl/rezber » 2 » Komeleya Parastina Gelên ku di bin tehdîdê: Divê Tirkiye agirbersta demdirêj îlan bike
11:54 Komeleya Parastina Gelên ku di bin tehdîdê: Divê Tirkiye agirbersta demdirêj îlan bike | |
Şaxê Kurdistanê a Komeleya Parastina Gelên ku di bin tehdîdê de (Die Gesellschaft für bedrohte Völker GfbV)
bi mûnasebeta roja aştiya cîhanî belavokek nivîskî weşand. GfbV'ê diyar
kir ku ew piştgiriya agirbesta yekalî ya KCK’ê îlan kirî dikin û got: "
Bila Tirkiye jî agirbesta demdirêj îlan bike”, Komeleya
Parastina Gelên ku di bin tehdîdê de ne ku ji kurd, tirkimen,
kiludûsiryan aşûrî, kirkistiyan, ermen, êzdî, şebek, sabîye mendayî,
kakeyî… pêk tê dibêje: " Bi boneya roja Aştiyê Cîhanî, dibêjîn Herêma
Kurdistanê dergûşa bi hev re jiyankirin û aştiya di navbera hemû ol û
neteweyên li Iraqê ye. Bi vê boneyê em piştgiriya xwe jibo ev agirbesta
yek alî ya KCK’ê îlan kirî dikin. Piştevaniya xwe jî ji bo siyasetek nû
ya Tirkiyeyê ji bo bi demokratîkirin û çareserkirina pirsgirêka Kurd li
Bakûrê Kurdistanê, diyar dikin”. DIVÊ TIRKIYE AGIRBEST ÎLAN BIKE Di daxuyaniya nivîskî de bang li KCK’ê hat kirin ku agirbest dirêj bike û di heman demê jî de bang li Hikumeta Tirkiyeyê jî kir ku mafê gelê kurd û pêkhatiyên din biparêze. Tirkiye jî agirbesta demdirêj îlan bike heya ku her dû alî bi diyalog bigehîjin çareseriya aştiyane ya pirsê kurd li vî welatî. ANF | |
|
Total comments: 0 | |