KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » tîrmeh/temûz » 11 » Kovara "W" Hejmara Tîrmeha 2010 derket!
12:43
Kovara "W" Hejmara Tîrmeha 2010 derket!
Kovara W Hejmara Tîrmeh-Gelawêja 2010'an derket! Ev hejmar ji nivîsên girtîgehan pêk tê!
Li dengên girtiyên azadiyê guhdar bikin!

Ji Edîtor

Nîzar Qebanî di helbesta xwe ya bi navê avantaja Helbestên ku Ketine Ber Xezebê”
de dibêje; "Heke dostên min serî hilnedin, helbest çi ye? Heke nikaribin milê har û
barûteyan babidin, helbest çi ye? Zeman û mekanan nehejînin, helbest çi ye?”
Heke ew ê ala azadî û aramiyan li ba nebe, heke ew ê simbilên genim li ber bayê
havînê bi cizbê nekevin, heke ew ê birîna me kewa xwe nebîne, heke ew ê erca me û
ya peyvê li hev nebihure, heke ew ê dojehzindana Amedê nebe muze, heke ew ê zarokên
geh keviravêj û geh Selpakfiroş gulan neçînin û nebin Gulfiroş, heke em zarokên
Medyayê em ê nikaribin li gundên xwe vegerin, heke em ê bê pasaport nikaribin
biçin Qamişlo, Hewlêr û Mehabad û Dêrsimê, heke ew ê aştî neyê dar û kulîlk û gelî
û newal û çiya û daristan û zozan û deşt û keleh û qesr û qonax û kolanên me, heke
em ê nikaribin kêlîkekê be jî bêhna xwe berdin û hêsa bibin, gelo helbest wê bi kêrî
çi bê?
Me jî xwest em bi vê hejmarê, dengê dostên xwe yên serhildêr, hevalên xwe yên
ku milê bindestiyê badidin, dengê hogirên mekanhej û zemanhej, dengê rêhevalên
ku wan şeva bindestiyê wergerandin û şev kirin berbanga azadiyê û pêşkêşî me
kirin, bigihînin we. Ev dengên ku xwe bê ronî li rûyê mirovan dixin, di tênetiya hucreyan
de welidîne, dîwarên ker şîr dane wan, ranzeyên hesinî ew nivandine û biharên
delodîn ew kamil kirine. Ev dengên ku hûn ê bibihîzin ji sindoqa gelekî ku
bengiyê azadiyê ne. Van dengan ji bîr nekin!
Dengê qasidên aştiyê jî ji bîr nekin!
Îro roj kurd av in! Ligel 4.000 deryayên ziwakirî! Lê em ê vî aşê aştiyê bigerînin.
Ew çiqasî avê ji ser aşê aştiyê bibirin jî em ê aşê aştiyê bigerînin.
Di nivîsên ku ji girtîgehan ji me re hatin de me dîtin ku, girtiyên azadiyê ew zindanên
ker û lal jî kirine maleke kurdî. Ji ber hejmara rûpelan me nikaribû cih bidin
hemû nivîsan, lê em ê di hejmarên bên de cih bidin van nivîsên mayî. Her çiqas di
hejmara berê de me diyar kiribû ku em ê cih bidin "berhem”an jî tenê nivîs hatin,
me karîkatur û xêz û îlustrasyon jî dipa, lê nebû!
Û ji ber ku di vê hejmarê de me tenê cih da nivîsên girtîgehan, nivîsên ku ji derve ji
me re hatin, ketin ser hev. Ji ber ku em ê nikaribin bi carekê van nivîsan di kovarê de
çap bikin, em hêvîdar in dê xwendevanên kovarê li me negirin.
Û xêrhatineke derengmayî ji Kovara Çandî û Hunerî; ji Kovara Rewşenê re. Em
hêvîdar in kovara Rewşen dê di pêşketina çand û hunera kurdî de bibe aso.
Me berê jî dabû diyarkirin ku, em ê êdî nivîskarên ku hê pelê wan bi dara heyatê
ve ne, bikin mijara dosyeyê. Dosyeya hejmara Rezber û Kewçêra 2010’an dê li ser
helbestkar, nivîskar, wergêr û edîtor "Kawa NEMIR” be. Kesên ku dixwazin beşdarî
dosyeyê bibin divê herî dereng heta 15’ê Gelawêja 2010’an nivîsa xwe bişînin.
Bêguman, wêjeyek ji kovarekê pêk nayê! Lê bi pêşniyar, rexne, bîr û boçûnên
xwendevan û nivîskaran, bi danasîn û xwendin û kirîn û abonebûna kovarê re, em
dikarin kovara ku yek ji paleyê wêjeya me ye xurt bikin.
Heta hejmareke nû, nêhelin ku peyvên bi kurdî belaya xwe ji we vekin!

NAVEROK

 Ji edîtor / 2
 Mirjîn - Tewfîq HÊJA / 3
 Azadiya kelepçekirî - Feratê DENGIZÎ / 5
 Çirûska ezmanê Medyayê - Wezîr KAYAR/ 10
 Kurmê şîrî heta pîrî - A. Hekîm QOZLÛX / 11
 Xêz - Ahmet BÎLGE / 15
 Biçûka min - Kemal DEMÎRBAŞ / 16
 Tavda -Bîlal ONEN / 17
 Ji yara xwedewand re lawijên dilekî - Evdê Koçer CANO / 19
 Man û neman û hwd - Evdê Koçer CANO / 20
 Ji biyaniyan re awaz- Naîf BAL / 22
 Tu çi yî - Qedrî ALKOÇ / 23
 Hêvî - Dilam - Mahmût ABA / 24
 Tê bîra te - Kerem OZTURK / 25
 ‘Û’ya min mezin e - Îlhan Samî ÇOMAK / 26
 Evînstanî - Felsefe - Aşê êşê - Zekî KAYAR / 28
 Şikandina zincîr û kelepçeyan - Zekî KAYAR / 29
 Ziman aîdiyet e, nasname ye - Mehmet BOŞATLIOGLÛ / 35
 Seba ma’a ma... - Kenan KARAASLAN / 33
 Elîfbaya şewitînên berfê - Tewfîq HÊJA / 34
 Mala bavê min - Osman KAPAN / 37
 Tu bigiriyî - Huseyîn GUÇLU / 41
 Canşikestin - Huseyîn GUÇLU / 42
 Şolo - Rojhat ŞAXÎ / 43
 Xulxulîn - Spî - Şop - Ercan DOGAN / 47
 Zaroka aştiyê - Fîkret KARAKOÇ / 48
 Kolonya - Metîn YAMALAK / 49
 Giyotîna bêxwîn - Mistefa TÛNCYUZLU / 52
 Prometheûsê li qûntara Zagrosan - Soydan AKAY , Sebahattîn
SUMELÎ / 53
 Dîmenên te - Fadil AYDEMÎR / 57
 Awaz - Fadil AYDEMÎR / 58
 Hêvî - Bahrî SALGIN / 59
 Ciwanmerd - Qenco û Cano / 60
 Palevanê stêrkan - Haveynê hêviyê - Enwer EHMED / 63
 Li bajêr -Nedîm YILMAZ / 64
 Jiyaneke şikestî - Veysel ÎLHAN / 67
 Li şewata zeviya wê digerim - Ahmet TAMÎR / 68
 Meşo- Sînan SUTPAK / 70
 Mizgînî - Sînan SUTPAK / 71
 Kaniya xezalan - A. Selam BARAN / 72
 Xwezî - Mistefa TÛNCYUZLU / 77

Category: Berhem | Views: 468 | Added by: KDoz | Tags: Kovara W, Berhem | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]