KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » tîrmeh/temûz » 13 » Kurd nas kirin lê Baasiyan ew kuşt
18:35
Kurd nas kirin lê Baasiyan ew kuşt
52 sal beriya niha, di 14’ê tîrmeha 1958 de ji serleşkerekî Iraqê Abdulkerîm Qasim, derbeyek leşkerî pêk hat. Qasim, yekemîn car sîstema siyasî ya Iraqê ji qraltiyê guhert komarê û di makezagonê de kurd (Wek yekem car di dîroka Iraqê de) û ereb jî wekî du neteweyên sereke yên Iraqê bi nav kirin.
Di sala 1921'an de ji aliyê îngilîzan ve li Iraqê hikûmeteke qraltiyê hate avakirin. Di Qraltiya Iraqê de ku 26 sal û 9 meh û 11 rojan dewam kir, 4 qralan desthilatdarî kir. Tabî Qraltiya Iraqê gel şerpeze kir. Gelek kes bê sedem hatin kuştin. Di vê demê, 14'ê tîrmeha sala 1958 de derbeye leşkerî pêk hat. Derbe ji aliyê fermandarekî Iraqê yê bi navê Abdulkerîm Qasim
(Wê demê Qasim 44 salî bû) hate pêkanîn. Qasim, yekemîn car sîstema siyasî ya Iraqê ji qraltiyê guhert komarê û di makezagonê de kurd û ereb jî wekî du neteweyên sereke yên Iraqê bi nav kirin. Ji ber vê yekê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî roja 14’ê tîrmehê her sal dike betlane.
Qasim, di sala 1958'an de makezagona Iraqê guhert û di
makezagonê de diyar kir ku Iraq ji gelek neteweyan pêk hatiye û du neteweyên esasî jî lê dijîn. Makezagonê de hate destnîşankirin ku ew jî kurd û ereb in û mafê wan ê wekheviyê heye. Her wiha weke hêmanê hebûnê kurdan rengê ‘Zer’ di ala nû ya Iraqê de cih girt. Her çend Qasim, Serokomarekî leşkerî yê Iraqê bû jî, gelek maf dan kurdan û yekemîn car mafên kurdan di makezagonê de hatin diyarkirin. Baasiyan di yekemîn derbeya xwa ya sala 1963'yan de roja 14’ê Remezanê de Qasim kuşt kirin û derbe jî berdewam bûn. Di van 52 salên sistema Komarî yê Iraqê de heta niha 8 kesan serokomariya Iraqê kiriye.

DÎHA
Category: Welatê me | Views: 501 | Added by: KDoz | Tags: Kurd, Abdulkerîm Qasim, Kurdistan, iraq | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]