KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 8 » Kurdên Feylî: Bila qirkirina Feyliyan wek jenosîd bê naskirin
17:54
Kurdên Feylî: Bila qirkirina Feyliyan wek jenosîd bê naskirin

Yekîtiya demokrtaîk ya Kurdên Feylî daxuyaniyek da û ji Parlamentoya Kurdistanê xwest ku qirkirina Kurdên Feylî wek jenosîd bê naskirin, her weha ji parlamentoya Êraqê jî xwest ku hemû mafên Feyliyan bên parastin û biryarên rejîmên Êraqê yên ku berê li dijî Kurdên Feylî hatine dayîn, bên hilweşandin.

Tê zanîn ku Kurdên Feylî, bi taybetî ji salên 1960 û vir de, rastî qirikirineke mezin hatin û bi deh hezaran hatin windakirin. Navçeyên wan hatin Erebkirin, mal û milkên wan hatin desbiserkirin û gund û bajarên wan hatin hilewşandin.

Hêjayî gotinê ye ku Kurdên Feylî 4 Nîsanê wek roja şehîdên feylî nas dikin ku bêtirî 20.000 ciwanên Kurd yên Feylî bi hev re hatin girtin û hatin kuştin. Li aliyekî din jî hikûmeta Êraqê 4/4/1980 biryar da ku 600.000 Kurdên Feylî bê nasname bihêle, hemû mal û milkên wan ji wan stand û navê "Fars” bi ser wan de sepan, lewma jî piraniya wan koçî Êranê kir.

Category: Welatê me | Views: 400 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]