KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

pêncşeme, 24/05/16
Main » 2010 » eylûl/rezber » 13 » Leşkerên DYE ciwanê kurd birîndar kir
14:10
Leşkerên DYE ciwanê kurd birîndar kir
Hat ragihandin ku leşkerê DYE yê li nahiyeya Teke ya navçeya Çemçemala Başûrê Kurdistanê ciwanekî kurd yê 18 salî birîndar kir. Hat diyar kirin ku, dema karwanê leşkerî yê DYE'yê derbas dibû, ciwan bi motorsikleta xwe li ber wana re derbas bûye leşkerên DYE'ê gule li wî reşandin.

Li gorî agahiyan, êvara 11'ê îlonê ciwaneke 18 salî li nahiyeya Tekê ya navçeya Çemçemala Başûrê Kurdistanê ji aliyê Hêzên DYE'yê hat birîndarkirin. Hat ragihandin ku dema li ciwan bi motorsikleta xwe li ber karwanê leşkerên DYE re derbas dibû, jiber ku ranewesta, leşkeran gule li wî reşand. Di encam de ciwanê 18 salî birîndar bû. Li gorî şahidên bûyerê leşkeran ciwanê birîndar li cihê bûyerê hêlane û çûne.
Category: Welatê me | Views: 401 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]