KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

pêncşeme, 24/05/16
Main » 2010 » eylûl/rezber » 19 » Leyla Zana li Başûre
13:36
Leyla Zana li Başûre
Siyasetvana navdara Bakurê Kurdistanê Leyla Zana ya ku serokatiya şandeyeka jinên bakurê Kurdistanê dikir gihijte herêma Kurdistanê û ji aliyê endama parlementa Kurdistanê û rêvebira komelgeha sînûriya Îbrahîm Xelîl Emîne Zikrî ve hat pêşwazîkirin.

 

Leyla Zana di bareya serdana xwe ya evê carê de ji PNA re ragihand, ku ew ji bo amadekariyên taybet bi konfransa giştiya jinên Kurd û pîkolkirin ji bo rêvebirina kongreya niştimaniya Kurd, ya ku ji aliyê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hatibû pêşinyarkirin hatine herêma Kurdistanê û dixwazin, ku di bareya evan mijaran de bi berpirsên herêma Kurdistanê re guft û goyan bikin.

 

Leyla Zana weha jî got, ku di konfransa berê ya jinên Kurd de hindek biryar dan û ew hatine herêma Kurdistanê, da ku di bareya bi cihanîna evan biryaran guft û goyan li gel hemû aliyan encam bidin.

Category: Welatê me | Views: 445 | Added by: KDoz | Tags: Başûr, Leyla Zana, Herêm, Jin | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]