KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 8 » Li bajarên rojavayê Kurdistanê û Sûriyê xwepêşendan
17:29
Li bajarên rojavayê Kurdistanê û Sûriyê xwepêşendan
Îro li gelek bajarên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê piştî nimêja îniyê gel jibo azadiyê derketin xwepêşendanan. Li bajarên Deraa, Tertûs, Banyas xwepêşandêr hatin gulle baran kirin, hin ajansên nûçeyan behsa 17 şehîdan kirin.

Li bajarên rojavayê Kurdistanê jî weke Qamişlo, Amûdê Dêrik, Dirbêsiyê û Serêkaniyê Kurd derketin meşa azadiyê. Li Qamişlo bi qasî 5000 xwepêşender ji ber mizgefta "Qasimo" berbe sûkê ve meşiyan.  Li Dirbêsiyê jî ji ber mizgefta "Haj Siltan" xwepêşandanê destpêkir û jibo azadiyê hate bangkirin. Xwepêşendêran plakatên li ser "Nasname ne wateya azadiyê ye" nîvisandî rakirin.

Wekî din hate ragihand ku li Amûdê jî bi qasî 6000, li Serêkaniyê bi sedan xwepêşender derketin û jibo azadiyê bangkirin. Hate zanîn ku li Serêkaniyê Ereb jî tevî vê xwepêşandanê bûn.








Attachments: Wêne 1 · Wêne 2 · Wêne 3 · Wêne 4
Category: Welatê me | Views: 349 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]