KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

sêşeme, 24/05/07
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 26 » Li Efrînê hunermend û bavê du zarokan kuştî hate dîtin
21:49
Li Efrînê hunermend û bavê du zarokan kuştî hate dîtin

Hate ragihandin, ku roja şemiyê, nêzî Efrînê, termê stranbêjê ciwan Ridwan Doxan di hundirê bagaca otomobîla wi de kuştî hatiye dîtin.

Derbarê wê bûyerê de, yek ji xizmên wî, Lamî bavê Ciwan ragihand ku di wê êvarê de, du aheng bi rêve biriye û ji demjimêr 24:00 ve, agahî li ser wî neman.

Di dirêjahiya axiftina xwe de, Bavê Ciwan da zanîn ku roja yekşemê li gundê Tirindê, di bagaca otombîla xwe de, kuştî hatiye dîtin.

Wê jêderê aşkire kir ku ew bi kravata wî fetisandine û tûreke naylonî jî xistine serê wî û di bagaca otombîla wî de veşartine.

Li gorî pizîşkekî nexweşxaneya Ezazê, hate ragihandin ku sedema ku Ridwan jiyan xwe ji dest dane fetisandin.

Hêjayî gotinê ye ku dengbêjê koçkirî xwediyê du zarokan e û ji 20 salan ve karê hunerî li navçeya Kurdaxê dike û xwedî cemawerekî berfereh bû.


dengê hunermend Ridwan Doxan



Category: mona lîza | Views: 556 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]