KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » cotmeh/kewçêr » 19 » Li herêma Kurdistanê liv û tevgera Ensar El Îslam
17:01
Li herêma Kurdistanê liv û tevgera Ensar El Îslam
ANF ragihand, ku komek endamên rêxistina bi navê EnsarEl Îslam ku ji aliyê Dewleta Îranê ve hatine perwerdekirin derbasî sînorê Herêma Ferderal a Kurdistanê bûn. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê yên li herêmê hatine bi dest xistin, ev çend rojbûn liv û tevgera leşkerî ya rêxistina Ensar El Îslam li ser sinorê Nahiyaye Serteka girêdayî Bajaroka Bemoyê ya Navçeya Xaneqînê, didome. Hat ragihandin ku hêzên Ensar El Îslam, îro derbasî sînorê Herêma Federal a Kurdistanê bûn û li wê derê kon vegirtin. Hêzên ewlehî û pêşmergeyan jî di nav întşareyê de ne.

Yek ji çavkaniyên ewlehî li Sertekaya Bemoyê ku nexwest navê xwe bide der barê mijarê de ev agahî dan: "Li gorî agahiyên taybet ku gihiştine destê me komeke endamên Ensar-al Îslam derbasî sinora nahiye ya Sertekê bûne. Komê herî kêm 2 kon vedane. Ji wê hêza leşkerî bi komên ji 6-7 kes pêktên bi hev re digerin. Di destên leşkeran de çekên Qenas ên suikastê hene û herwiha pêşmerge jî di nav întîşareyê de ne."


Hêjayê gotinê ye, rêveberiya Huseyîn Barack Obama xeteriya herî mezin a li ser Herêma Kurdistanê wek rêxistina Ensar El Îslam dest nîşan dike. Herwiha ji aliyê çavdêrên siyasî ve tê diyarkirin ku sedemê paşdexistina serdana TUSÎAT'ê wek Ensar El Îslam dest nîşan dikin. Herwiha li gor çavdêran, di vir de derdikeve ku Tirkiyeya ku bi para xwe ya aborî ya Iraqê û Başûr Kurdistanê kêm-zêde aşt bûye; lê Îrana ku qasî Tirkiyeyê li Iraqê xwedî sûda aborî nîne; bi handan rêxistinên wek Ensar El Îslam para xwe werbigire. ji ANF

Category: Welatê me | Views: 421 | Added by: KDoz | Tags: Herêm, Rêxistin, Kurdistan, Îslam, Hikûmet | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]