KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » hizêran/pûşper » 22 » Li Hewlêrê jinek şewitî û li Wanê kesek dardekirî hate dîtin
19:41
Li Hewlêrê jinek şewitî û li Wanê kesek dardekirî hate dîtin
Li Hewlêrê jinek bi sedemeke nediyar şewitî û piştî ku ji nexweşxaneyê re hate rakirin, jiyana xwe ji dest da. Li gor malpera warvîn.org roja 22.06.2010 ragihand, li taxa Mamosteyan ya bajarê Hewlêrê jineke gênc a bi navê S.F.(21 salî) ji ber sedemeke nediyar şewitî û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku rêjeya şewata Seyranê zêde bû, nekarî li ser bûyerê tu agahiyekê aşkere bike, lewre sedema bûyerê nehat zanîn.
Wekî din li geraxa gola Wanê kesê bi navî Yaşar Karcî (45 sal) sêdar kirî hate dîtin. Li gor ajansa nûçeyan a Feratê Karcî li navçeya Wan Westanê, bi têla elektirîkê bi zinarekî ve daliqandî hat dîtin. Hat diyarkirin ku pirsgirêkên Karcî ên psîkolojîk hene û xwe kuştiye.
Category: Welatê me | Views: 389 | Added by: KDoz | Tags: Hewlêr, şewat, mirin, jiyan, wan | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]