KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » tîrmeh/temûz » 26 » Li Înegola ku vegeriyayî qada şer hewildana linçkirina Kurdan
20:02
Li Înegola ku vegeriyayî qada şer hewildana linçkirina Kurdan
Li Înegol/Bûrsa a ku serokê MHP`ê axaftina referandumên lê kirî hat jiyan kirin. Mal û cihênkar yên Kurdan dan ber agir, wesayît şewitandin û çek hatin bikaranîn.

ANF: Li Înegolê bûyer wiha rûda: Şeva 25.07.2010 di demjimêr 21:30 de nijatperestên taxa Orhaniyê pêşiya mînîbûsa ajokvanê Kurd girtin û jêre gotin "Tu carek din divir re derbas nebî". Piştî nîqaşek biçûk bo mirinê li ajokvanê mînîbûsê xistin. Piştî wê ciwanê Kurd jiwir veqetiya û bi 3 hevalên xwere çûn taxê. Li vêderê dinavbera Kurdan û faşîstên di qehwexaneyê de pevçûn derket. Di pevçûnê de 5 kes birîndar bûn.

Waliyê Bursayê jî hat cihê bûyerê. Lê girse belavnebû û piştre berbe Taxa Huzurê ve meşiyan. Li vê taxê jî malên Kurdan dan ber keviran û cihên kar hatin şewitandin.

Guruba 250 kesî li pêşiya Mizgefta Îshakpaşa ya liser cadeya Nûrî Dogrûl kombûn û Marketa Şaypa ya Kurdan û wesayîtek ya Kurdan şewitandin. Li derdora Mizgefta Altunbaşê jî dikanek ya firotina telefonan rastî êrîşê hat.

Bi telefonê em gihan nişteciha Taxa Huzurê Zeynep A. Zeyep A. da diyarkirin ku, navçe vegeriyaye cihê şer û got, `Çi tiştê Kurdan heye tê xirapkirin û şewitandin. Keviran di avêjin malên me. Zarok dinava tirsek mezin dene. Gurubên di deste wande kevir û dar derketine nêçîra Kurdan. Ewlekariya jiyana me tuneye.` ANF

Category: Welatê me | Views: 460 | Added by: KDoz | Tags: mhp, Kurd, Linc, bursa | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]