KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 13 » Li Îraqê hewldanên cûdakirina Êzdiyan ji Kurdan
18:46
Li Îraqê hewldanên cûdakirina Êzdiyan ji Kurdan

Êzdiyên Kurdistanê bi tundî rexne li wê biryara wezîrê plandanînê yê Iraqê girt ku bo serjimartina welat wek neteweyeke cuda ji kurdan bên dîtin.

Rêvebirê giştî yê karûbarên Êzdiyan li Wezareta Diyanetê û karûbarên olî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî ragihand ku bi biryareke metirsîdar û li ser daxwaza berpirsê partiyeke pir biçûk a Êzdiyan li bajarê Mûsilê ya bi navê Partiya Teqedumî Êzdiyan, wezîrê plandanînê yê hikûmeta Iraqê Dr. Elî Baban biryar daye Êzdî wek neteweyeke serbixwe li Iraqê bên hesibandin ku di demekê de, Êzdî di destûra Iraqê de wek beşek ji neteweya Kurdan hatiye hesibandin.

Bozanî ew biryar wek jinûve erebkirin û jenosîda neteweya Kurd binav kir û daxwaz ji serokatiya Herêmê û parlamentoya Kurdistanê kir ku rê li wê hewlê bigirin.

PUKMedia ku, Xeyrî Bozanî bi navê mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg  û Civata Ruhanî ya Êzdiyan gotiye: "Em bi tu awayekî razî nabin ku em wek neteweyeke cuda ji kurdan bên hesibandin. Eger Wezareta Plandanînê wê biryarê hilneweşîne û serokatiya Herêm û parlamentoya Kurdistanê nikare tiştekî bike, em ê berê xwe bidin Dadigeh Federalî ya Iraqê.”

Category: Welatê me | Views: 370 | Added by: KDoz | Tags: Îraq, Herêm, Êzdî | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]