KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » gulan » 27 » Li Kurdistana Başûr xwekuştina jinan
18:48
Li Kurdistana Başûr xwekuştina jinan
Li navçeya Pencewînê ya bi ser bajarê Silêmanî yê Kurdistana Başûr, di nava 24 saetan de 2 jinan xwe kuşt.

Rayedarê polîsan ê navçeya Pencewînê, Hîwa Sidîq, daxuyaniyek da PUKmediayê, tê de got, li navçeyê, di nava 24 saetan de 2 jinan xwe kuştiye. Hate ragihandin, ku ji van jinan yek 27 salî ye û wê duh li taxeke navçeyê, di derdora saet 15.00’an de xwe kuştiye.

Jina ciwan a din jî, ku li gorî zanyariyan 22 salî ye, hate diyarkirin, ku li gundê Wêyeyê xwe kuştiye û kutayî bi jiyana xwe aniye. Der heqê sedemên teqez ên xwekuştinan de çu zanyarî nehatin dayîn, lê çavkaniya zanyariyê li qelemê da, ku ev xwekuştin ji egerên civakî qewimîne. Hate ragihandin, wekî têkildarî van her du xwekuştinan hin kes hatine destgirkirin û peywendiya bûyeran bi hev re nîne.

TUNDÛTÛJIYA LI SER JINAN A KU ZÊDE DIBE

Van salên dawî, li Kurdistana Başûr, xwekuştinên jinan zêde dibin. Tundûtûjiya li hemberî jinan, sunetkirina jinan, ku li gelek herêman tê kirin, cezanekirina kiryarên tundûtûjiyê û kuştinan, sazûmanên kevneşopî û bêxemiya sazî û dezgehên rayedar dihêle, ku her roj zêdetir jin bêne kuştin.

Li gorî lêkolîna dezgehekê ya li ser tûndûtûjiya li hemberî jinan a li devera Germiyanê ya li başûrê Silêmaniyê û tomarên polîsan, sala 2009’an, di nava 8 mehan de 404 bûyerên tundûtûjiyê yên li hemberî jinan hatin destnîşankirin. Li gorî rapora têkildarî tundûtûjiya li ser jinan a li Silêmaniyê ya di hefteya duyemîn a meha Gelawêjê de hatî weşandin, di nava şeş mehên pêşîn ên sala 2009’an de, li nava tixûbên Silêmaniyê, 603 bûyerên tundûtûjiyê yên li ser jinan hatin destnîşankirin.

Wezareta Mafên Mirovan a Kurdistana Federal di Avrêla 2009’an de daxuyaniyek weşandibû, tê de diyar kiribû, ku di sala 2008’an de 170 jin bûne qurbaniyên ‘kuştinên namûsê’ û 333 jinên tûşî tundûtûjiyê hatî jî bi xweşewitandinê xwe kuştine.

Li Kurdistana Başûr, ji sala 2008’an û pê ve dest pê bû cara pêşîn kampanya hatin birêvebirin, da ku pêşî li tawanên arasteyî jinan bê girtin. Di encama van kampanyayan de, hukimeta Kurd da xuyakirin, ku wan hin bergirî girtine, ku hemû jî yên qaşo ne. Fotoyên hin kesên ku kiryarên tundûtûjiyê ne di çapemeniyê de hatin weşandin û bi vê riyê ew hatin teşhîrkirin. Lêbelê bergiriyên qanûnî yên ku bikaribin tirsê li van kiryaran bifirînin nehatin girtin, her wiha qanûnên di meriyetê de jî nehatin sepandin.

Çavkanî tê derdixin, ku li Kurdistana Başûr, bûyerên tundûtûjiyê yên li hemberî jinan ji reqemên ku têne zanîn bilindtir in. Lêbelê tê helsengandin, wekî rûdaneke baş e dest pê bûye îstatîstîkên têkildarî tundûtûjiya li ser jinan têne tomarkirin. Têkildarî zanyariyên îstatîstîkî yên der heqê bûyerên tundûtûjiyê yên îsal qewimî de tu agahî bi dest neketin.
ji ANF
Category: Welatê me | Views: 389 | Added by: KDoz | Tags: Başûr, Kurdistan, Xwekuştin, Jin | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]