KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 17 » Li Moskowê Li deij serokê mafyaya Kurd sûîkast
15:33
Li Moskowê Li deij serokê mafyaya Kurd sûîkast
Do êvarî li dij Serkêşê Mafyayê yê li Rûsyayê ji Kurdên êzîdî ku bi navê "Dad Hasan” tê naskirin bi navê xwe yê rastîn Aslan Reşîdovîç Ûsoyan li Kolana Tverskaya ya Moskowê sûîkast pêk hat.

Ajansên ûrisan wekî nûçeya flaş ragihand ku êvarî li kolana herî qelebalix a Moskowê li Tverskayayê sûîkast li dij Ûsoyan pêk hatiye û jiyana xwe ji dest daye.

Paşê televizyonên Ûris ragihand ku Ûsoyan û pasvanê ku wî diparêze bi hev re rakirine nexweşxaneyê û hê jî tedawî dibe. Piştî bûyerê dosgerê giştî yê Rûsyayê gotin ku wan lêpirsîna teşebusa cinayetê dane destpêkirin.

Li gor agahiyên ku hatine bi dest xistin Ûsoyan û pasvanê ku wî diparêze li kolanê ji aliyê sekmanekî(sniper) ve bûye hedef û derb lê ketiye.

Polis, Usoyana'ya yönelik suikast girişiminde kullanılan kurşunların, geçen yıl kesin bir nişancı tarafından öldürülen Rusya'nın tanınmış yer altı dünyası liderlerinden "Yaponçik" kod adlı Vyaçaslev İvankov olayındaki kurşunlarla aynı olduğunu açıkladı.

Ûsoyan li Qefqasyayê wekî serkêşê serokên mafyayê tê nasîn.

Dad Hasan di sala 1937an de li Tiflîsê ji dê û bavekî Kurd hatiye dinyayê. Tê destnîşankirin ku bi taybetî di warê kontrolkirina qumar, esrar –eroîn û hwd û çavkaniyên xwezayî de gelekî bi bandor e. Ûsoyan wekî serokê mafyayê yê ku li Rûsya, û Qefqasya û gelek welatên biyan ên din gelekî bi bandor tê nasîn. ji ANF
Category: Cîhan | Views: 358 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]