KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2011 » adar/avdar » 12 » Li Qamîşloyê 10 hezar kes komkujiyê protesto kir
21:49
Li Qamîşloyê 10 hezar kes komkujiyê protesto kir
Li bajarê Qamişloyê nêzî 10 hezar kes li dijî komkujiya 12’ê Adara 2004 ya ku têde 33 Kurd jiyana xwe ji dest dabûn ber bi goristanê ve herikîn.

Piştî banga Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya ji bo bîranîna komkujiya Qamişloyê, îro bajar bêdeng bû. Kargeh nehatin vekirin û nêzî 10 hezar kes ber bi Goristana Qudurbegê ve herikîn. Di dema bîranînê de alên PYD, PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û li dijî dewleta Sûriyeyê dirûşim hatin gotin. Di dema bîranînê de daxwiyaniya PYD’ê hat xwendin û hat xwestin ku rejîma Beşar Esad dest ji zextên li ser gelê Kurd berde.

Herwiha hat diyarkirin ku li bajarên din ên Başûrê Rojavayê Kurdistanê û bajarên Sûriye Şam û Helebê çalakiyên bîranînê hebûn. ji ANF
Category: Welatê me | Views: 394 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]