KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » cotmeh/kewçêr » 25 » Li Qendîl hevdîtinek girîng bi rayedarên KCK’ê re
10:48
Li Qendîl hevdîtinek girîng bi rayedarên KCK’ê re
Şanda Yekitiya Parlementerên Kurdistanê, di bin serokatiya Serokê Yekitiya Parlementerên Kurdistanê Nîmet Ebdullah û Alîkara wî Kerîm Behrî Bradost ji aliyê Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan û Endamê Konseya Serokatiya Rêvebir a KCK’ê hat pêşwazîkirin.

Hat zanîn ku di hevdîtina şanda Yekitiya Parlementerên Kurdistan û rayedarên KCK’ê de xebatên jibo yekitiya netewî hatiye nîqaşkirin.

Di hevdîtinê de, di nava rêkûpêkiya cîhanê ya nû de dahatoya kurdan wê çawa be, û di derbarê helwesta kurdan ya hevbeş de danûstandin pêk hat.

Yek ji girîngtirîn mijarên hevdîtinê yekitya netewî ya kurdan bû. Herdu aliyan jî derbarê xebatên konferansa netewî de pêşniyarên xwe anîn ziman.

Hat diyarkirin ku hevdîtin jibo xebatên konferansa netewî ya kurdan ku wê pêk bê, pêk hatiye.

Şanda Yekitiya Parlementerên Kurdistanê di derbarê doza KCK’ê ya li Amedê tê rêvebirin de agahî ji rayedarên KCK’ê wergirt.

Hat zanîn ku jiberiya niha jî hevdîtinek di navbera rayedarên KCK’ê û Yekitiya Parlementerên Kurdistanê de pêk hatiye. Hat diyarkirin ku wê hevdîtin li ser bingehê konferansa netewî berdewam bikin. ji ANF
Category: Welatê me | Views: 452 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]