KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

sêşeme, 24/05/07
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 19 » li Sûriyê di roja rakirina rewşa awarte de: 4 kuştî
21:45
li Sûriyê di roja rakirina rewşa awarte de: 4 kuştî
Hukûmeta Sûriyê biryara rakirina rewşa awarte ji welêt da. Herwiha dadgeha ewlekariya dewletê a bilind jî hat rakirin. Dadgeha ku gelek syasî û çalakvanên guhertinê bi salan kirin zindanan. Wekî din jî biryara qanûna xwepêşandanên sivîl hate dayîn.

Di vê navberê de wezareta hundir ji welatiyan xwest ku xwepêşandanan pêk neynin û tevî meşan jî nebin.

4 kuştî

Gelek dûr ji van biryarên ku dewletên dan, îro li Humsê hêzên ewlekariyê êrîşî meydana çalakiyê kirin, di encamê de 4 kesan jiyan xwe ji dest dan.

daxwazên gel

Ev guhertinên ku hukûmeta Esed pêk tîne encamên 5 hefteyan ji xwepêşendanên bê rawstane. Lê heya ku dewlete biryara guhertinê da, daxwazên gelê Sûriye gihişt XISTINA RECÎMÊ. Van çend rojan li gelek bajaran sloganên "GEL RUXANDINA RECÎMÊ DIXWAZE" bilind bûne.
Category: Cîhan | Views: 422 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]