KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 12 » Mamosteya KURDÎ-DER'ê Ruken Sarili: "Mar û Mirov" û "Aqil" çapkir
19:55
Mamosteya KURDÎ-DER'ê Ruken Sarili: "Mar û Mirov" û "Aqil" çapkir
Mamosteya KURDÎ-DER'ê Ruken Sarili 2 pirtûkên çîrokan ên nû amade kir û çap kir. Ji pirtûka Çîrokan a bi navê ‘Mar û Mirov’ têkiliya sewal û mirovan vedibêje û bi zimanê fabil hatiye şirovekirin û vegotin. Her wiha ev çîrok bi alîkariya xêz û wêneyên ku ji aliyê karîkaturîst Rûşen Sariliyê ku karîkaturêsta rojnameya Azadiya Welat e ve hatiye xêzkirin hatiye hûnandin.

Pirtûka duyemîn a bi navê ‘Aqil’ jî aliyê jiyana civakî vedibêje. 2 pirtûkên çîrokan bi zimanekî xweş û hêsan hatine nivîsandin. Dema ku mirov van çîrokan dixwîne şevên zivistanê dema ku pêşiyên me li ber sobeyê rûdiniştin û heya dereng şevê çîrok vedigotin tê hişên mirov. Çîrok, di nav civakê de gelek rastiyan vedibêjin û her wiha paşerojê ji pêşeroje re vedibêjin. 
Category: Berhem | Views: 553 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]