KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » cotmeh/kewçêr » 30 » "Mem û Zîn" bi şîroveyek nû ji Weşanxaneya Nûbiharê derket
10:29
"Mem û Zîn" bi şîroveyek nû ji Weşanxaneya Nûbiharê derket
Şahesera Ehmedê Xanî û jêdera hest û ramanên kurdayetiyê berhema navdar Mem û Zîn, bi rave û şîroveyek nû ji Weşanxaneya Nûbiharê derket.

Berhema Ehmedê Xanî, Mem û Zîn ku heta niha bûye mijara gelek xebat û lêkolînan, her wiha ji destpêka sedsala bîstan û vir ve jî bûye sedema nîqaşên dûrûdirêj, ji hêla Weşanên Nûbiharê ve, şîrovekirineke nû ya nivîskar û lêkolînerê kurd û pisporê klasîkên kurdî Perwîz Cîhanî ve hat weşandin.

Di vê xebatê de, li bin metnê orjînal danberheva 10 nusxeyan, yeko yeko ravekirina peyvan, ciwankariya wêjeyî ya di metnê de û dawiyê jî şîrovekirina wê hatiye kirin. Hevnasîna amadekar û şirovekerê vê xebatê Cîhanî û Mem û Zînê digihîje heyamên zarokîtiya wî. Cîhanî, di wê demê de hevnasê Mem û Zînê ye û cara pêşî di sala 1988'an de xebatek li ser Mem û Zînê ji weşanên Selaheddînê Eyyûbî daye weşandin.

XEBATÊN LISER BERHEM BI KURTASÎ WIHANE:

1. Li ber deh destnivîs û çapan hatiye hevrûkirin.

2. Peyvên ku di deqa Mem û Zînê de nayên zanîn yek bi yek hatine ravekirin.

3. Hilsengandina metnê helbestê ji hêla ciwankariya toreyî û estetîka edebî ve bi hûrgilî hatiye dayîn.

4. Bi awayekî gelemperî şîrovekirina helbestê û mebesta daner di emilandina peyv û tabîran de bi metodekî ilmî û bi hûrbînî hatiye dayîn.

Herwiha, ev xebat di warê xwe de yekeme ku bi tîpên latînî û zaravayê kurmancî tê weşandin.

Weşanên Nûbiharê, ji bilî vê xebatê bi nêzî deh xebatên xwe yên nû beşdarî Fûara Pirtûkan ya Stenbolê ya TUYAP'ê bûye û di salona 2. hejmar 608-B de standên xwe vekirine. ji ANF

Category: Berhem | Views: 396 | Added by: KDoz | Tags: Zîn, Xanî, Ehmedê Xanî, Mem, Mem û Zîn | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]