Main » 2010 tebax/gelawêj 12 » Mirovatiya Filistîniyan diparêze li welatê Kurdan çi dike
18:51 Mirovatiya Filistîniyan diparêze li welatê Kurdan çi dike | |
Ji 5 gêrîllayên HPG'ê
yên di pevçûna li bejahiya Qubînê derketî de jiyana xwe ji dest dan û
ku hatine şewitandin malbata 2 ji wan, bi alîkariya ÎHD'ê serî li
Serdozgerê Komarê yê Qubînê dane. Bi malbatan re Parlementera BDP'ê ya
Êlihê Ayla Akat Ata, rêveberên BDP'ê yên navçe û bajaran û nûnerên
rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de bi karwana wesayîtan a hatin
Qubînê. Malbatên gêrîllayên HPG'ê Sevdîn Nergîs (Serhildan Amed) û
Mehmet Onkol (Laşer), piştî destûra ji dozger girt ji bo teşhîskirina
cenazeyan çûn Morga Seyyar a Ocaxa Tendûristiyê. CIHEK KU BIKARIBIN BINASIN LÊ NEHÊLANE Dayik û bavê Mehmet Onkol ku ji Navçeya Lîceyê ya Amedê hatin Arîf û Naîme Onkol, diyar kirin ku bi cesedên hemûyan bi giştî hatine şewitandin. Malbata Onkol ku nerazîbûn nîşanî şewitandina cesedan dan wiha gotin: "Me wekî dayik û bavê wî cihekî ku di cesedê wî de nas bikin nedît. Cihekî biçûk jî ê em nasbikin nemabû. Şewat heta kezeba wan çûye. Ev yek tiştekî wêdetirî hovîtiyê ye. Em vê yekê qebûl nakin. Ne mirovahî, mislimanî û tu ol jî vê yekê qebûl nakin." Dîsa xwişka gêrîllayê HPG'ê Sevdîn Nergîs, Munevver Nergîs a ji Amedê hatibû dema ji morgê derket rondik barandin. Nergîs wiha axivî: "Ev rewşek li dijî miroviye. Mirov dibe bibin dijminê hev. Û bi hend kesan re şer bikin. Lê ehleqeqî şer jî heye. Şewitandinek wiha li tu deran nehatiye dîtin, dev ji şewitandinê berdin heliyane." Dayika Mehmet Onkol, Naîme Onkol, hewl da di ber dilê wê bide û ev tişt gotin: "Em bi rondikên xwe lazime dijmin bi xwe nedin kenîn. Bila ew ji vê rewşê sûdê negrin û biqehirin." Bi sedan kesên kesên ji Êlih û navçeyên wê hatine jî, diyar kirin ku heta cenazeyên di morga ocaxa tendûristiyê dene bingirin dê bendewariya xwe bidomînin. Gireseya dixwaze cenazeyan bigre ji bo cenazeyên HPG'iyên ji kurdên Suriye û Îranê ne bigrin û li Amedê veşêrin hevdîtinên xwe yên bi dozger re didomînin. Parlementer Akat Ata jî ji bo girtina cenazeyan bi rayedaran re hevdîtinan çêdike. Ji malbatan ku ji bo testa DNA'yê mînakên xwînê hatin girtin, bendewariya diyarkirina encaman jî didome. ANF | |
|
Total comments: 0 | |