KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 22 » Nameyek jinên Kurd ji Netewên Yekbûyî re
19:29
Nameyek jinên Kurd ji Netewên Yekbûyî re
Endamên Hewldana jibo Konferansa Netewî ya Jinên Kurd, li Başûrê Kurdistanê ji NY re name şandin û xwestin jinên kurd bibin xwedî mafên xwe yên neteweyî, li pêşiya neteweyên din nabe asteng û gotin "Jinên kurd dixwazin wekî jinên netewe û civakên din xwedî mafê çand, azadî, demokrasî, dad û wekheviyê bin" .

Ajansa Feratê ragihand, ku Jinan destnîşan kirin, ku gelê kurd û jinên kurd her tim ji bo aştî û demokrasiyê tê dikoşin û ji bo ev daxwazên wan bi cih bê divê welatên ku kurd lê dijîn jî li gorî peymanên navneteweyî yên mafên mirovan tevbigerin. Jinan di nameyê de wiha nivîsandin: "Gelê kurd tu carî nebûye alîgirê şer û her tim li dijî zulm û zortariyê têkoşiya ye. Her wiha dê her tim ji bo aştî, demokrasî û azadiya mirovan jî têkoşîna xwe bidomîne. Di vê çarçeweyê de jinên kurd jî dixwazin wekî hemû jinên cîhanê xwedî maf û hiqûq bin. Ji ber ku gelê kurd her tim rastî înkar û îmhayê hatiye û vîna wî nehatiye qebûl kirin neçar maye ku serî li riya şerê çekdarî bide. Ji bo vê yekê jî divê riyên diyalog û muzakereyê dest pê bike. Ji bo vê yekê jî divê NY rol û erka xwe ya ji bo çareseriyê pêk bîne."

Navên jinên kurd yên ku îmze avêtin bin nameyê:

Leyla Zana, Xwediyê Xelata Sakharov û siyasetmedara kurd

Nermîn Osman: Wezîra Derdorê ya Iraqê

Ala Talabani: Parlementera Iraqê

Şêrîn Amêdî: Qasida Aştiyê yê NY'ê yê Herêma Kurdistanê

Prof. Kajal Rahmani: Profesora Zanîngeha Harvard

Fatma Kurtulan: Parlementera BDP'ê ya Wanê

Amine Zikri: Parlementera Herêma Kurdistan a Federal

Feleknas Uca: Parlementera berê ya Ewropayê

Çaglar Demirel: Şaredara Dêrikê

Nasiq Tovfik: Parlementera Herêma Kurdistan

Sabriye Bahmany: Endama Partiya Komînîst a Îranê

Sayran Abdullah: Berpirsiyara Koma Jinan a Goran a Herêma Kurdistana Federal

Yuksel Avşar: Cîgira Serokê Giştî ya KADEP'ê.

Ayşegul Dogan: Nivîskar

Reyhan Yalçindag: Parazvana mafên mirovan

Necibe Omer: Aktîvîsta Mafên Jinan

Zozan Ekmen, Nûnerê Hak-Parê

Mulkiye Birtane: Nivîskar

Gul Kiziltaş: Aktîvîsta Mafên Jinan

Hanife Hebu: Aktîvîsta Mafên Jinan
Category: Welatê me | Views: 430 | Added by: KDoz | Tags: Leyla Zana, Netew, Jin | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]