KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 15 » Namzeta Sosyal Demokratan a Swêdê ji bo Stockholmê Tara Tûwana
22:27
Namzeta Sosyal Demokratan a Swêdê ji bo Stockholmê Tara Tûwana
Tara Tûwana namzeta Sosyal Demokratan a Swêdê ye ji bo civata şaredariya Stockholmê hijmara 32 ye. Tûwana li Helebçe di sala 1976 hatiye dinê. Ji sala 1991 de li Swêdê dijî û herdu zaravên Kurdî ên sereke Soranî û Kurmancî diaxive. Mijarên Tûwana ên ku bi taybet li ser disekine: Xebatên ji bo Kurdistana azad, pirsên jinan û bêkariyê. 

Bangewaza Tara Tûwanayê ji bo kurdistaniya:

Kurdistaniyên birêz

Wek tê zanîn, propagandayên hilbijartinên parlameto, civatên parêzgehan û şaredariyên Swêdê dest pê kirine û roja 19’ê rezbera (Îlona) îsal hilbijartin dê bê pêkanîn. Ev hilbijartin ji bo xelkê Swêdê, nemaze xelkê biyanî ê li wî welatî dijî di nav de jî kurd, gelek girîng e.

Giringiya vê hilbijartinê di guhertina hikûmet, bidawîhatina desthilata çar salên bihûrî ya wan partiyane ku derfetên jiyan û karkirinê giran û kêm kirine û arasteya civatê ber bi sermayedariyê ve dibin.

Giringiyeke din a van hilbijartinan rûbrûbûna wan kesan e ku siyaseta wan li dijî xelkê bêgane ye û siyaseta xwe bi arasteya zêdekirina cudakariyên regezî û etnîkî didin meşandin. Lewre girîng e beşdarî van hilbijartinan bibin û dengê xwe bidin Sosyal Demokratan.

Birêzan di vê çarçoveyê de min jî wek endameka çalak a Sosyal Demokratan a Swêdê û namzeta civata şaredariya Stockholm xwe namzet kiriye da ku bikaribim karekterk bim di wan guhertinan de.

Lewre ez daxwaz dikim di van hilbijartinan de min wek namzeta xwe ji bîr nekin ji bo civata şaredariya Stockholmê.

Tara Tûwana

tara.twana@gmail.com

facebook.com/tara.twana

Category: Welatê me | Views: 529 | Added by: KDoz | Tags: Hilbijartin, Stockholm, Tara Tûwana, Namzet | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]