KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 9 » Nazê Ezîzî ji ‘Girtîgeha jinan’ re distrê
16:25
Nazê Ezîzî ji ‘Girtîgeha jinan’ re distrê
Nazi AziziHunermend Nazê Ezîzî ragihand ku piştî ew çend hunermend rêkeftin di rojên cejna Remezanê de stranan ji jin û zarokên girtîgehan re bêjin, di konsêrtê de kêşe derket. Keça hunermend a Kurdistana rojhilaat Nazê Ezîzî ji AKnewsê re ragihand, "Hinek ji hunermendan biryara xwe dabûn ku hevkar bin di konsêrta cejnê de, lê wan hevkariya min nekir, çunku ew naxwazin bê pare stranan bêjin û min xwe bexşandiye ji bo stranan ji bo jinên girtîgehê bêjim.”

Derbarê konsêrta bo girtîgehê Ezîzî got, "Di serdaneke bo girtîgeha jinan de ew raman li ba min dirust bû, a wiha kir ku  ez stranan ji bo wan bêjim û dahata albuma min a nû jî ji bo wan terxan bikim."

Ezîzî ronî kir, "Heta niha li ser konsêrtê rêk nekeftine, û renge dereng bikeve, ez çaverêyî Wezîrê Karûbarên Civakî me, biryar e kar ji bo me asanî bike."

Hêjayî gotinê ye, di çend rojên borî de di rojnameyan de belav bûbû ku Nazê Ezîzî biryar e konsêrtekê bo jinên girtîgehê di rojê 2, 3 û 4ê cejnê de bi hevkarî çend hunermendên bajarê Hewlêrê û Silêmaniyê û Duhokê encam bide.
Wêne: AKnews.com
Category: mona lîza | Views: 909 | Added by: KDoz | Tags: Nazê Ezîzî | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]