KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2011 » adar/avdar » 27 » Nûnerên Papayê Vatîkan hatin serdana Laleşê
17:52
Nûnerên Papayê Vatîkan hatin serdana Laleşê

Nûnerê Papayê Vatîkanê gihîşte Şêxanê û serdana Laleşa nûranî kir. Li Laleşê nûnerê Tehsîn beg û Baba Şêx serokê rûhanî yê Êzdiyan û hin rewşenbîr û dîndaran pêşwaziya wî kir û di axafinekê de, kêfxweşiya xwe ji bo vê serdanê anîn ziman.

Nûnerê Papa ji Pukmedia re, ku ev nûçe belav kir, kêfxweşiya xwe da nîşandan. Giorgio Lingua, nûnerê Papa got: "Dema ku ez li bajarokê Quşê bûm, Êzîdiyan gelek xweş pêşwaziya min kirin lewma jî min biryar da ku ez serdana persetgeha wan bikim da ku ez wan ji nêzîk ve nas bikim.”

Nûnerê Papa da zanîn ku ew pir şad e dema ku dibîne hemû olên Herêma Kurdistanê bi hev re di aştiyê de dijîn, û hêvî ki ku ev tişt li hemû Êraqê belav bibe.


Category: Welatê me | Views: 376 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]