KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 3 » PDK ji "Awêne" û "Hawlatî" 500 milyon dînar dixwaze
12:10
PDK ji "Awêne" û "Hawlatî" 500 milyon dînar dixwaze
Sekreterê Giştî yê Polîtbuya PDK’ê doza 500 milyon dînar li rojnameya heftane Awêne ku li Başûrê Kurdistanê xwedî rêjeyek bilind e, kir. Bi hiceta "Awêne" di dema hilbijartina de gotiye ‘Di hilbijartinên li Hewlêrê de hîle hatine kirin’ û ‘Serok ne baş kir’, doz lê hat vekirin. Her wiha hat diyarkirin ku PDK’ê ji hefteya borî doza 500 milyon dînar tazmînat li rojnameya "Hawlatî" jî kiribû.


PDK’ê jiberiya niha doza milyonek dolar li rojnameya "Rojname" ya nêzî Tevgera Goran jî vekiribû. Berpirsê karên nivîsê yê rojnameya Rojname Azad Çalak, di derbarê doza ku Hukûmeta Herêma Kurdistanê li rojnameya wan vekirî de ji ANF’ê re axivîbû û diyar kir ku rayedarên Herêmê dixwazin bi cezakirina rojnameya me çapemeniya azad bêdeng bikin.
Category: Welatê me | Views: 471 | Added by: KDoz | Tags: Hawlatî, Pere, Kurdistan, Awêne, PDK, rojname | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]