KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 14 » Pertûka “Şahnişîna Masiyan” derket
17:32
Pertûka “Şahnişîna Masiyan” derket
Dezgeha Aras bo çap û belavkirinê pertûka "Şahnişîna Masiyan” ya nivîskar Mihemed Ferîq Hesen çap kir, ev pertûk lêkolîn û komkirina çîrokên gelêrî yên taybet bi civaka kurdî ye.

mamlakati masi, ktebDi beşê "Taybetmendiyên Çîrokên Kurdî” de nûser çêra çend pirsan dike yek ji wan ku kelepûr tevlihev e yan tiştekî din e her wiha ew dibêje "Kurdistan dergûşa çîrokan e”.

Her wiha di beşê "Çîrokbêjan” de, nûser navê çend çîrokbêjan tomar kiriye û dibe navê gelekan ji wan ji nav ên çend çîrokên vê pertûkê nivîsîne û ji nav wan:

"Heme Paşa, Hesen Kerîm Marûf, Baba Resûl Îsmaîl, Îzet Elî Mehmûd, Kemal Ehmed Dolpemewî, Omer Mihemed Mûsa, Mihemed Pîrot Ehmed û Paşa Mihemed Ebdelah.”

Hêjayî gotinê ye ku nûser li ser bergê pertûkê ji aliyê pişt ve wiha gotiye, "Dibe ku di dîroka dûr û dirêj ya me kurdan de qeral û îmratoriyên bi navûdeng nebûn, û dibe ku koşk û kelayên wek Misr û Hindinistanê jî nebûn, lê kelepûrekî me yê zarekî mezin û berfireh heye ku hêjayî nivîsînê ye û çîrok jî beşek jê ye.”

Tê zanîn Dezgeha Aras bo çap û belavkirinê sala 1999 hate damezrandin û navenda wê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ye û berî demekê ji îsal hejmara 1000 ji çapkirina pertûkan derbaz kir. ji aknews
Category: Berhem | Views: 426 | Added by: KDoz | Rating: 5.0/1
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]