KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

îne, 24/11/01
Main » 2010 » tîrmeh/temûz » 29 » Pêşbirka Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney
19:37
Pêşbirka Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney
Li bakurê Kurdistanê 1. Pêşbirka Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney tê lidarxistin. Civîna nasandina 1. Pêşbirka Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney ku ji hêla Şaredariya Batmanê ve têlidarxistin, îro hate lidarxistin. Wekîlê Şaredarê Batmanê Serhat Temel ku di civîna nasandinê de axivî, derbarê pêşbbaziyê de agahî dan. Hate diyarkirin ku bi vê pêşbaziyê armanc ew eku ji pirsa "Gelo sînemaya Kurd heye an tune ye" ku di demên dawî de li hin derdoran tê nîqaşkirin re bersivekê diyar bikin.

Armanceke din ew e ku bîranîna Yilmaz Guneyê ku tu caran fîlmên kurdî çênekiriye lê trajediya kurdan kiriye mijara fîlman û ked û bedelên mezin daye, bidin jiyandin.

Yilmaz Guneyê ku navê wî yê rastîn "Yilmaz Pütün" e, di sala 1937'an de di malbateke bêax de hate cîhanê. Bavê wî ji navçeya Sêwreg a Rihayê û dayika wî ji navçeya Gimgim a Mûşê ye. Guneyê ku bi navê "Çirkin Kral" (Qralê Lihevnehatî) jî tê naskirin, di sala 1972'yan de bi hinceta "alîkarî daye şoreşgeran" 2 salan cezayê girtîgehê û sirgûnê stand.

Derhêner û lîstikvan Guney ji ber ku li gazînoyeke navçeya Yumurtalik a Edeneyê bi hinceta çêr kirine bi demançeyê gule berda çavê hakim Sefa Mutlu û ew kuşt. Yilmaz Guneyê ku ji ber vê hate girtin, di 13'ê tîrmeha 1976'an de rastî cezayê girtîgehê yê 19 salan hat. Piştî ku di sala cotmeha 1981'ê de ji Girtîgeha Ispartayê ji bo demekê bi destûr derket, careke din venegeriya û jiyana xwe li derveyî Tirkiyeyê dewam kir.

Guneyê ku di gelek fîlman de lîstikvanî û derhênerî kiriye, bi flmê "Yol"ê (Rê) di sala 1982'yan de di Festîvala Fîlman a Cannesê de xelata "Palmiyeya Zêrîn" wergirt.

Yilmaz Guney di sala 1984'an de li paytexta Fransa Parîsê ji ber pençeşêra madê jiyana xwe ji dest da.

Gora Yilmaz Guney hê jî li Goristana Per la Chez a Parîsê ye. | AKNews.com 29.07.2010
Category: mona lîza | Views: 438 | Added by: KDoz | Tags: Yilmaz Guney, film, Pêşbirg | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]