KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2011 » adar/avdar » 21 » Pîrozbahiyên cejna Newrozê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê
13:01
Pîrozbahiyên cejna Newrozê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê
Pîrozbahiyên cejna Newrozê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi coşek mezin berdewam dike. Li bajar û navçeyên Kurda gelek şahî û pîrozbahiyên cihêreng hatin lidarxistin. Herwiha navendek din a pîrozbahiya Newrozê bajarê Heleb e.

Weke her sal, îsal jî Newroz bi coşeke mezin li bajar û navçeyên Başûrê Rojavayê Kurdistanê tên pîrozkirin. Gelek şahî li Qamîşlo, Efrîn, Kobanî, Şam û Helebê pîrozbahiyên Newrozê hebûn.

QAMÎŞLO

Li taxên Xerbî, Kornîş, Hilaliye û Anteriyê yên Qamişloyê agir hatin vêxistin û derdorê agir bi awayek girseyî govend hatin gerandin. Bi hezaran kesên beşdarî pîrozbahiyan bûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PYD’ê hilgirtin.

DÊRIKA HEMKO-DIRBÊSÎ

Bi heman awayî, li bajarên Dirbêsiyê û Dêrika Hemko û li hemû herêmên Cizîrê şahî û pîrozbahiyên Newrozê hebûn.

HELEB

Bi boneya pîrozbahiya Newrozê li ser şeqama mezin a li taxa Eşrefiye ya Helebê jî meşek hat lidarxistin. Herwiha li taxa Şêx Meqsûyê jî Newroz bi govend, def û zirneyan hat pêşwazîkirin.

EFRÎN

Bajarek din ê Newroz bi awayek girseyî lê hat pîrozkirin Efrîn bû. Li Efrînê Newroz bi def, zirme û bilindkirina dirûşiman hat pêşwazîkirin. Di meşa bi boneya Newrozê hat lidarxistin de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û PYD hatin hilgirtin.

Herwiha li Şam û Kobaniyê jî pîrozbahiyên Newrozê hebûn. Hat diyarkirin ku ji bo beşdarbûna Newrozê di aperlorên mizgeftan de bang hatiye kirin. Tê hêvîkirin ku pîrozbahiyên girseyî îro li Başûrê Rojavayê Kurdistanê werin lidarxistin.
Category: Welatê me | Views: 377 | Added by: KDoz | Rating: 5.0/1
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]