Main » 2010 tîrmeh/temûz 30 » Pirsa pirjiniyê: ji sedî 57 "erê, ji sedî 39 "na"
13:49 Pirsa pirjiniyê: ji sedî 57 "erê, ji sedî 39 "na" | |
Li gorî ankêta Rêxistina Poînt ya Rapirsî û Lêkolînên Stratejîk pêk anî,
ji nîvê şêniya Herêma Kurdistana Federal zêdetir piştgiriya pirjiniyê
dikin. Li gorî zagonên olê Îslamê, zilamek dikare bi çend jinan re bizewice. Ev zagon li gelek welatan hatiye qedexekirin. Li gorî ankêtê, ji nîviya şêniya Başûrê Kurdistanê zêdetir piştgiriyê didin zagona pirjiniyê. Li gorî pirsa anketê ya dibêje "Gelo tu piştgiriya zagona pirjiniyê dikî?” ya ku ji hezar jin û zilaman hatî pirsîn, ji sedî 57 gotine ‘erê’, ji sedî 39 gotine ‘na’ û ji sedî 4 jî gotine ‘nizanim’. Her wiha li ser pirsa ankêtê ya "Gelo tu piştgiriya qedexekirina zagona pirjiniyê dikî?”, ji sedî 43 gotine ‘belê’, ji sedî 55.8 jî gotine ‘na’ û ji sedî 1.1 jî gotine ‘nizanim’. | |
|
Total comments: 0 | |