KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » gulan » 26 » Pirtûka "Tîrêjên Rojê"
18:37
Pirtûka "Tîrêjên Rojê"

Pirtûka helbestvan Riyad Ahmed ji Weşanên Welat derket.  Ev behrem ji 208 rûpelan pêk tê û derdora 100 helbestan di hundirê xwe de dihewîne. Carna jî yek helbest bi serê xwe dîroka şoreşekê di nava xwe de vedişêre.
Helbestvan Riyad Ahmed dengê ku ji dilê wî derdikeve bi hesanî derbasî dilê xwendevanên helbesta wî dibe, bê destûr xwe li bin guhê dîwarê dilan dide û tê de lûsa xwe çêdike. Ji xwe hîmekî herî bingehîn ê helbestê hestên mirov in, dema ku bûyerek bandora xwe ya mezin li helbestvan bike û wî mecbûr bike, xewa şevan lê biherimîneh û gotinê ji birîna dil derkeve, wê gavê mirov dikare navê helbestê li wan gotinan bike.
Bûyerên ku bûne mijarê helbestên Riyad Ahmed tev ji nêz ve gelê wî eleqedar dike, ne tenê wiha lê piraniya xelkên wî yên di nava vê têkoşînê de ew êş û kul, ew hêvî û bendewarî jiyane û her roj dijîn.
Helbestên Ahmed beşek ji jiyana me ya rojane ye ku em dijîn lê tiştê ku wî guhertiye ew bûyer bi hostatiyeke mezin a helbestvanekî û hesteke bilind ê  têkoşer û kurdewarekî de anîne ziman û   xemilandine.
Riyad Ahmed di helbestên xwe de ji bilî êş û kulên gelê xwe, di helbestên xwe de rûyê rûpelên dîroka zordest reş dike bi tîrên pênûsa xwe û li ber çavan radixe.
Ahmed di helbesta xwe ya bi navê "Min helbestek nivisand” de behsa gelek mijar û bûyerên balkêş dike û di yek  helbesta xwe de behsa bi dehan mijarên ku ji nêz ve helbestên xwe dike.  Bi kurtasî em dikarin bêjin ku Ahmed di vê helbesta xwe de dîroka şoreşeke mezin û dirêj vedibêje.
Helbestvanê me şevên zivistana dijwar, çîrokên evînên nîvcomayî, baranên ku êş û kulan dişon û rondikên ku bi barabê re dibin rêheval, çîroka Mezlûman, Egîdan, Berîtanan û Zîlanan bi hestên nazik û evîna çiyan hûnandî bi bawerî û hestên hevirmêşî li ser textê dilan radixe.
Ji bo kesên ku ew pirtûka hîna nekrtiye destê wan de beşekê ji helbesteke wî ya bi navê "Min helbestek nivisand” pêşkêş dikim ji xwendevanên rojnameyê re.
Li berên rojê
Bi hubra deryayê ya dîrokê
Min helbestek nivîsî
Li ser bedena kela Amedê
Û dîwarên sûra li ber rehma qederê mayî
Di nava hinavê jiyanê de
Ew jiyana bê ruh, bê evîn mabû
Li ser gewdên bê gor
Bi hûnandinek pir zirav
Li zindanê di enîşa tarî de
Ên hatin çirandin bi agirê Mezlûman
Bi ronahiya Kemal, Xeyrî, Akif û Aliyan
Min helbestek nivisand li her derên welat
Li ser xaka niştiman min nivisand
Li ser simbilê geniman
Li çol û beyanan
Di qûncikên tarî de
Di sar û seqemê de
Di şevên pir sar de
Min li ser pelên daran nivisand

Min helbestek nivisand
Ji giraniya wê
Pel û rûpel
Bi ber bê ketin
Û windabû ji min
Lê min denexist ji hundirê xwe
Yek caran gotin têra pesindan û şîrovekirina hin hestên mirov nakin, lê tenê dema mirov wê bûyerê bijî dikare bi bandora wê hest bike. Helbestên Riyad Ahmed jî ji bo mirov bi wê tam û çêjeya wan bibîne pêwîste ku mirov jî xwe bixe qûncikek bê deng û helbestên wî yek bi yek bixwîne ta ku mirov bikaribe wan hestên wî yê bilind û nazik bibîne û çêjeyê jê bigire. Bi rastî jî demeke dirêje kêm helbestên ku rastî wan hatime dikaribûn hestên min bidiqdiqînin lê Riyad Ahmed dikaribû bê hay û destûra min cihê xwe di dilê çêbike, ne tenê çêbike lê bikole û şûna hestên xwe di dil de bihêle. Ez hemû hezkiriyên helbest û wêjeya kurdî vexwendî xwendina vê berhema hêja dikim û bi hêviya azadiyê silav û rêzên xwe pêşkêşî Riyad Ahmed dikim di wê zindana tarî û sar de û jê re dibêjim bila dil û destê te yên xweşik her ter û sax bin.
Dawî jî bi beşekî ji helbesteke din a Riyad Ahmed xatirê xwe ji we dixwazim, helbesta bi navê:  
Bi hatina wan
………
…..
……
Rehên darê rizyayî vejîn bûn
Bi hatina wan
Rojê xwe xemiland
Bi govenda wan
Xweza kirasê evînê li xwe kir
Bi stranên wan
Bazên evîna welat
Bi awirên tûj
Çirandin perdên tarî
Bi hêrsa xwe silav dikin
Bi kenê rûyê xwe
Bang dikin çiyayên bêzar
Qada cengê bi hatina wan
sînga xwe vedike


welat.org
Category: Berhem | Views: 456 | Added by: KDoz | Tags: Pirtûka, Berhem, Tîrêjên Rojê | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]