KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 7 » Pispor û civaknasê amerîkî Wallerstein "Xweseriya Dêmokratîk" jibo bakurê Kurdistanê xwest
09:25
Pispor û civaknasê amerîkî Wallerstein "Xweseriya Dêmokratîk" jibo bakurê Kurdistanê xwest
Hizrênerê navdar Immanuel Wallerstein got, jibo pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyeyê, çareseriya herî maqul Xweseriya Demokratîke.

Ji rojnameya Ozgur Polîtîkayê re diyarkir ku, modela dewleta Tirk dema xwe temam kiriye, bi pêkhatina xweseriya Kurdan wê dewleta unîter berdewam neke.

Wallerstein Xwediyê `Teoriya Sîstemên Cîhanê` da xuyakirin ku, di rewşeke ku, dinava welatekê de, eger komên etnîk xweseriya siyasî û çandî bixwazin û dinava şêniya xwede xwedî destekek mezin bin ez jî wê destek dikim.

Civaknasê binavûdeng da zanîn ku, divê ev rewş yek
bi yek bên analîz kirin û wiha domand, `Di rewşa berçav ya Tirkiyeyê de, ez difikirim ku ev çareseriya herî di cihdeye`.

Wallerstein wiha got: `Di rewşa ku xweseriya Kurdan dinava Tirkiyeyê de weke realîteyêkê lêbê de, eşkereye ku, Tirkiye bi rewşa xwe ya ku heya niha heyî berdewam nake. Lê dewletên unîter, li hemû cihan xwe di pesêre modela jakoben yaku sudê xwe windakirî. Heta Frense jî ne ji wan dewletên unîter yên ku em dizanî ne. Heman tişt jibo Îtalya, Spanya, Belçîka û Ingilistanê jî derbaz dibe`.

Wallerstein, mijar bi guherînên di asta gerdûnî de tên jiyankirin ve jî girêda. Bîrmend da zanîn ku, tu tişt heya dawiya dîrokê berdewam nake û wiha domand, di vê dema ku em sîstema modern ya cîhanê de dijîn, di zivrûnekek bingehîn de derbaz dibe û biser ve zêde kir; `Di dawiya vê pêvajoyê de hîn nediyare ku ka dewlet wê çawa bên dîtin û divê mijarê de bûna xwediyê pêşbîniyekê jî ne asane. Em hemû divê vêyekê, li herderê bi kuranî bifikirîn, nîqaş bikîn û jibo gihiştina çêbûnên herî adilane yên ku têde bên jiyankirin têkoşînê bikîn`.

Wallerstein`ê ku, di pêşengiya Artêşa Rizgariya Netewî ya Zapatîsta yê (EZLN) de, rexmî dewleta Meksîka yê ceribandina xweseriya li Chiapas`ê ji nêzîk ve dişopîne, bi çêbûna pratîkî ya xweser ya Zapatîstayan ket rê û balkişand ser wêyekê ku, Xweseriya Demokratîk wê ne tenê çercoveya guhertinên çivakî di heman demê de wê bibe amraza wê jî.

Lê Wallerstein divê mijarê de ev hişyarî da û li bin vane xîzik da; `Civakê bi serê xwe xweser nabin amraza guhertina civakî. Ew bixwe biryarên xwe digirin. Lê naçariyek wisa nîne ku, ev biryarene weke ku hiyerarşiya civakî derbazbikin bên honandin. Jibo ku civakên xweser bibin amrazên guhertina civakî, divê gavekdin pêş biçin û bi awayek çalak û bi rêyên pir alî hewil bidin ku hiyerarşiya civakî derbaz bikin. Neo-Zapatîstayî jibo vê pêkbînin dixebitin. Lê hemu `civakên xweser` ne xwedî vê hedefêne yan jî nabin xwediyê we`.

Category: Welatê me | Views: 398 | Added by: KDoz | Tags: Xweserî, Dya, Tirkiye, Kurdistan, Amerîkî, Bakur | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]