KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

sêşeme, 24/05/07
Main » 2011 » gulan » 1 » Qamişlo, Derbesiyê û Amûdê bêyî înternet û telefonin
11:15
Qamişlo, Derbesiyê û Amûdê bêyî înternet û telefonin
Hat diyarkirin ku li bajarên Qamişlo, Derbesiyê û Amûdê xeta telefonan hatiye qutkirin. Li gor çavkaniyên herêmî, du êvarê xeta înternetê ya van bajaran hatiye qutkirin. Her wiha hat ragihandin ku li Qamişloyê jî gelek kes hatine binçavkirin.

Li gor çavkaniyên herêmê, duh li bajarên Qamişlo, Derbesiyê û Amûdê yên Başûrê Rojavayê Kurdistanê xeta înternetê hatin qûtkirin. Her wiha li Amûdê û Qamişloyê jî gelek kes hatin binçavkirin. Li gorî çavkaniyên ji herêmê navê kesên hatin binçavkirin wiha:

Şêx Ebdulqadir Elxeznewî, Usama Mensûr Elhilalî, Ebdulsemed Umer ( Melayê mizgefta Qasimo), Ebû Riyad. Her wiha navê kesên li Amûdê jî hatin binçavkirin wiha ne: Ebdul Ilah Oca, Enwer Naso, Kendal Reşîd Kurd û Fehed Hesen Xanî.

LI KOBANIYÊ XWEPÊŞANDANA GIRSEYÎ

Herwiha, hat ragihandin ku li bajarê Kobaniya Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya bi hezaran kes duh xwepêşandanek hat lidarxistin. Di xwepêşandanên de daxwazên gelê Kurd ên li Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatin bilindkirin. Herwiha di xwepêşandanê de galên PYD û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.
Category: Welatê me | Views: 740 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]