KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2011 » adar/avdar » 27 » Rakirina rewşa awerte ya li Sûriyeyê bû biryar
18:25
Rakirina rewşa awerte ya li Sûriyeyê bû biryar
Rêveberiya Sûriyeyê biryar da ku rewşa awerte ya ji sala 1963 û vir ve di meriyetê de ye, were rakirin.

Şêwirmenda Serokkomarê Sûriyeyê, Busayna Şaban ji AFP’ê re axivî û got; "Ji xwe biryara rakirina rewşa awerte hatiye dayîn, lê ew ê kengî bikeve meriyet nediyar e.”

- Partiya Baas a Sûriyeyê 8’ê Adara 1963 bi derbeyek leşkerî bû desthilat. Ji wê rojê heta niha Sûriye bi rewşeke awerte tê rêvebirin.

Piştî serhildanên li welatên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîkayê, êdî pêla serhildanên gihişt Sûriyeyê. Xwepêşdanên li Sûriyeyê roja 15’ê Adarê li bajarê Derayê dest pê kir bi daxwaza reform û guhertinên welêt, li gelemperiya welêt belav bû. Piştî wê Serokkomar Beşar el Esad sozên reforman dabû.
Category: Cîhan | Views: 395 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]