KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » cotmeh/kewçêr » 30 » Rêber Armanc: Medya Kurdî bi erkê xwe baş ranabin
22:37
Rêber Armanc: Medya Kurdî bi erkê xwe baş ranabin
Di nav kuraniya çiyayên kudaxê de, hunermand Rêber Armanc di sala 1958 de li gundê Rûta a Efrîna rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Di nav malbetek olî de mezin bûye.

Di despêka jiyana xwe de li
şahiyên deverê hazir di bû wek mewlîd û şahiyên dî  ji ber wê hestin mûzîkî û hunerî li ba wî çê bû  û bê guman bandora hunermendê kurdaxê yê ku filiklor di gotin li ser wî çê bû. Lê tevî  wê jî rêçek taybetî ji xwe re ava kir û her kes nikarê taybetmendîkê ji xwe re ava bi kê.

Di sala 1980 an de tevî koma Kawa dibe û li newroza Şamê cara yekem derdikeve ser şano yê û sitranan di bêje.

Piştî sê salan li Efrînê bi alîkariya çend hevalên Koma Armanc avadike û di 1983 an de dengê Rêber belav di be di kasêt a koma Armanc yê yekemîn de.

Di  sala 2005  de carek din ew û dengbêj Bavê Selah jinûve koma Armanc zindî di kin û li Ewropayê çend konsert û çalakiyan li dar di xînê.

Di despêkê de ez di xwezim serê we sax kim ji ber ku berî demekê dayîka te çû ser dilovaniya xwe. Hezar rehme li gora wê be.

Çima ji demek zû de me dengê te ne kirî ye mamosta sedem çiye?

Rêber Armanc: Mixabin rewşa  Ewrûpa ji ya welat xerabtire ji her alî de ev bû demeke ez ji welat dûr ketim e û rewşa min ya tendiristî ne li ser hev bû. Emeliyata dil ji min re çêkirin .lê dîsa jî ez li gelek konsêrta amede bûm li Damînarkayê û her sal li Newrozê ez  beşdar dibim bi dengê xwe ,rewşa Danîmarka jî sare bi her tiştî mixabin Medya Kurdî jî bi erkê  xwe baş ranabin bi gelemperî yan tu yê hevalê wan bê yan jî tu yê were ji bîr kirin ev jî sedema astengîya hunermendên Kurde mixabin.

Ti xebatên te hene ji bû pêşerojê, yan tu amadeya  berhemên nû di kê. Û tu bi çi mijol e ji bû demê bê?

Rêber Armanc: Bê guman ez jî weke her hunermendekî Kurd xema dikşînim ji bo demên pêş û çend berhemên nû û kevin li ber çavin ez bi wan mijûlim û hinek di tûkê min da hene hêvîdarim ko ez di demeke nêzîk de bi kar bînim  gelek tişt bala min dikşînin lê mixabin çav dibîne û dest kine.

Ev bû 30 salin tu di nav hunera Kudî de xebat di kê. Di baweriya te de hunera Kurdî di astekî baş de ye beramberî hunera miletên dî yan jî miletên der dûrî me?

Rêber Armanc: Sipas li ser va pirsa girîng. weke ez dizanim berê strana Kurdî gelekî li pêş bû li gor miletên hawîr dor. Lê mixabin niha ew li paş  ma ye. Berê xelkê ji me dizî û pir ew bi ser ketin lê mixabin niha em ji wan tînin lê em bi ser nakevin  hinek sedemên din jî hene weke nimûne ti sazî û dibistanên Kurda tinene ko karibin şagirtê hunerî perwerde bikin. Mixabin em wek xwe jî neman.

Filklor kaniyek mezine her kes jê vedixwê
Bandora wê heya kijan astî li ser te heye? Yan jî tu di bin bandora kîjan hunermendî  maye?


Rêber Armanc: Fliklor, Alfa, Baye ya huner û strana ye. Her hunermendek divê û giringe ji kanîya hunerê vexwê. Bêguman ez jî weke hunermendekî Kurd, min ji vê kanîyê vexwariye û ew di deng û rengê strana min da xuyaye. Bêguman bandora gelek hunermenda li ser dengê û hest û ramana min heye. Weke Mamoste Cemîl Horo, Aramê Dikran û Tehsin Taha. Bi rastî her deng û  rengê strana xweş bala min dikşîne.

Berhemên te çine ji bo xortên nû ketine riya hunerî ji bûyî  xizmetek baş ji kurdan re bi kin?

Rêber Armanc: Hêvîdarim ji keç û xortê ko doza hunerê dajon berê xwe bidin xwendina mûzikê bi şêweyekî akadimî. Êdî bese divê ko em zanistî rewşa xwe bi kar bînin. Û bi taybet fliklora Kurdî baş bibhîzin ji bo taybet mendiya xwe zengîn bikin.

Ez dibêjim hunermendê Kurd ne pisporin. Ji ber ku bi xwe him awaz, helbest û dengbêjî û herwiha amêrekî dijenînin. Bi vê rengî stran jar û qels na be, tu çi di bêjê?

Rêber Armanc: Belê tu rast dibêjê kekê Şêrzad. Mixabin ew jî ji nezanîya me Kurda ye û ji xwe heziya kesayetîya her hunermendekî ye. Bêguman mirov nikare her tiştî bi xwe bike û serkeftî be. Sedema din ko tu bazar an tu qezenc ji kar u hunera Kurdî yan ji huneremendê ko keda salan di CD bi kar binê lê mixabin ti şîrket an ti sazîyên Kurdî  ko temena keda wî hunermendî wenda nebê tineye. Ji ber vê yekê jî her  hunermendek dikarê li mala xwe bi alîkarîya malbata xwe an zarokên xwe her tiştî bi xwe bi kar tînê mixabin li dawîyê wê nanê me bişewitê û keda wê kesî wenda bibê.

Wek ku em di zanin hurera Kurdî kevin yên dastanî pir dirêj bûn. Çima di nav Kurdan de ew reng wenda bû bi yek car û çima nema Kurd stranên dirêj çêdikin di nav gelê dî de hîn heye? Wek opêra û di nav farisan de maye û her wiha di nav ereban de jî sedem çiye di baweriya  we de mamoste. Stranên kurdî yê nû bû ye 3 deqe û 4 deqe?

Rêber Armanc: Sedema wê gelekin kekê Şêrzad. Ew rengê stranan di rawestina gela da bi kar tê miletê kurd hin ser xwe    derman nekirî ye weke serviraziya xwe û serbestiya xwe hîn ew şerê hebûn û nebûna xwe bi dijmin re dikê .ya din tu saziyên kurda tunene ko rengê opêra bi kar bînin ew renga gelek jêre divê .ew rengê istirana ko tu dibêjê dastan û diwana istirana ew ji nema ji ber nema kes karê guhdarbikê dema kesi tu ne ye bi rojan u bi şevan guhdarî istirana bike .ev rengê istirana ji 3 deqa li hemo devera wilo bû ye ew jî jê re dibêjin dema lezbûnê an jî dema pittza u hambirgir rîtma jîyanê hate guhertin keko….

Wek em di zanin ku koma Armanc dengvedanek xweş da di salêd heştiyan de.. di baweriya te de sedem huner baş bû lê riklam ji aliyê partî de baş bû lê rengakî nuh bû di wê demê de.??


Rêber Armanc: Bê gûman bi rîklema partîya tu huner bi ser nakevê ko ew hunera bi xwe ne ser keftî bê. KomaArmanc di wê dema ko tu dibêjê da bi endam û hunermendê xwe bi ser ket weke grupekî yek dest ez dikarim bêjim em weke çawa ko mêşên hungiv kar dikin me wilo kar dikir ji ber vê yekê jî  em bi serketin me karîbû hunereke pospor u  nûjen bi kar bi ani ya û ji ber vê yekê jî heta niha ew istiranê di salê 80ya de  me tomar kirin e  li ser zimanê gel u hunermenda mane .eger riklema partiyê sedema wê ba koma Armanc heta niha heye lê mixabin bê denge û pişti wê dema ko tu dibêjê koma Armanc 3.kasêt tomarkirin partî nikarîbo bi riklema xwe wan istirana bi ser xînê .û weke tu zanê ko di 2006 an da em disa li koma Armanc xwedî derketin û me bi keda te û Bavê Selah û kek Zekeri me disa karibo ko koma Armanc bînin holê û bi melyona gelê kurd ew temaşekir lê mixabin ko hinek ji endamê  partî derfet nedan  ko em berdewam bi kin û dîsa nav û kar û xebata koma Armanc bi serxin
heyf u mixabin…

Pir kesan wek ez di zanim sitranên te gotin e wek ( şehrîbana kurdî , morad bekdaş , hunermend Armanc, ) ew  tu çi hestî di ke ku kesên dî hunera te bêjin. ???

Rêber Armanc: Tiştekî normal û asayî ye lê divê ko mirov keda kesî wenda nekê an jî ne xwe giringe ko navê xudyê istiranê bê gotin û ji hêla min da ez gelkî kêf xweş di bim ko kesek istirana min bêjê …

Li dawiyê ez te sipas di kim ku we dema xwe da me û ez di xwezim ku tu bi azadî gotinê xwe bi bêjê, û tiştê ku te di xwest em li ser bi axifin  yan bi pirsin û me ne gotibê. Tu karê bêjê.??

Rêber Armanc: Ez jî sipasîya te di kim kekê Şêrzad ko we jî berê xwe da me. û ez jî serkeftinê ji bo hunera te dixwazim li dawîyê daxwazeke  min ji gelê me kurd heye...ez dixwazim bêjim .....zû hez mekin, û zû ji bîr mekin ,,,, û,,, zû nebin heval,,,û zû nebin dijmin,, û sipas keko…

Hevpeyvîn : Şêrzad Efrînî

ev hevpeyvîn di warvînê de roja 28 cotmeha 2010 hatiye belav kirin

Category: Hevpeyvîn | Views: 574 | Added by: KDoz | Tags: rêber armanc, Efrîn | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]