KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 19 » Roja helbesta kurdî li derve
14:43
Roja helbesta kurdî li derve
Ji sala 1993 de, her sal, di roja koçkirina seydayê Cegerxwîn de, li rojavayê Kurdistanê, roja helbesta kurdî tê lidarxistin. Herwisa li derveyî welêt, li Elmanyayê, ev cara pêncan e ku, bi heman helkeftinê, helbestvan û wêjehezên kurdên rojava li hevdu dicivin. Bi xwendin û guhdarîkirina helbestên kurdî dara zimanê kurdî yê şêrîn av didin û giyanên xwe yên li biyaniyê zuhabûyî didin ber barana wêjeya kurdî.

Bi navê komîta amadekar ya „Roja helbesta kurdî li derve" em, îsal jî, we vedixwînin bajarê Bottropê li Elmanyayê, da ku di roja şemiyê de, 16.10.2010, careke din, em rojeke wêjeyî û kurdewar bi hev re derbas bikin.

Em bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de helbestên helbestvanên ku dixwazin beşdar bibin, li ser vê E-mail roja-helbest2010@hotmail.de bigihêjin ber destên me.

Hêjayî gotinê ye ku, dîwarên salona helbestxwendinê wê bi tabloyên çend şêwekarên Kurd bêne  xemilandin.

Herweha, wê roj bi muzîk û stranên hunermend Zubêr Salih bi dawî bibe.

Navnîşana cihê "Roja helbesta kurdî li derve" ev e:

Sprelraum ( Haus der Jugend )
Prosper Str.71
46236 Bottrop

Dem: 16.10.2010 katjimêr: 13: 00


Ji bo têkiliyê:
0049 01637866977
0049 160 92 44 44 29

Category: Berhem | Views: 487 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]