KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 10 » Rojîn bê haya hevkarê xwe hemû tomarên şîrketê xist ser navê xwe
09:53
Rojîn bê haya hevkarê xwe hemû tomarên şîrketê xist ser navê xwe
Rojîn piştî ji TRT 6’ê cûda bû, hat Başûrê Kurdistanê û dest bi jiyana kar kir. Rojîn ji beriya niha di çarçoveya Family Mall de, li di du cihên Hewlêrê bi navê Mado û Marpop kargehên besteniya Mereşê vekir. Ji bo vê jî ew û karsazê Amedî Nedim Çizmeci bûn hevkarê hev. Wê li gor vê lihevkirinê Çîzemcî pereyê kar bi daba û wê Rojîn jî bi sermayeya ku Çîzemcî dide reklam bikiriba.

Lê derket holê Rojîn hefteya borî, bê haya Çîzmecî hemû
tomarên şîrketê xistiye ser navê xwe. Gava Çîzmecî û Midûrê Madoyê Bakî Yanar vê yekê îtiraz kirin û diyar kirin ku di lihevkirinê de tiştek wisa tune bû, tevlîhevî derket.

Yanar Rojînê bi ‘şelandinê’ sucdar kir. Gava Yanar hat kargeha xwe li rastî astengiya polîsên Asayîşê hat. Ji ber ku Yanar giliyê Rojîn kir, îfadeya Rojînê li qereqolê hat girtin. Piştî ev tevlîhevî derbasî nava kar bû, Rojîn bi lez û bez dest ji kar berda û vegeriya Tirkiyeyê.

Hêjayê gotinê ye ku bûyere wiha ya "Şelandinê” li Hewlêrê qewimîbû”. Ji beriya niha sînemavan Ganî Ruzgar Şavata jî bi ‘şelandinê’ hatibû sucdarkirin. Karsazê Kurd ê ji Mûşê dabû diyarkirin ku hevkarê wî Şavata bi awayek dizî hemû tomarên kar xistiye ser navê xwe û ew bi ‘şelandinê’ sucdar kiribû.
Category: mona lîza | Views: 365 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]