KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 12 » Rojnamevanên Sînornenas PDK û YNK’ê ji bo rojnamevanan hişyar kir
13:38
Rojnamevanên Sînornenas PDK û YNK’ê ji bo rojnamevanan hişyar kir
Xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê dikevin roja 55’ê. Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) derbarê vê yekê de ragihand ku gefên li dijî xwepêşandêran zêde bûne.

RSF’ê bang li rayedarên Herêma Kurdistanê kir ku "li berpirsyariyên xwe xwedî derbikevein, mafê axaftin û serbest xebitîna rojnamevanan têxin bin garantiyê û got; "Divê her du pêkhatiyên sereke yên Partiya Demokrata Kurdistan û Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistan di vî warî de fermanê bidin alîgirên xwe.”

RSF’ê êriş û zextên li ser rojnamevanan ên di van demên dawî de wiha rêz kir:

*Wesayîta Midûrê Karên Nivîskî yê kovara Rêga ya Koma Îslamiya Kurdistanê, Soran Omer di 9’ê Nîsanê de li Silêmanî hat şewitandin. Rojnamevan Omer got; "Gava em razayîbûn, me dengek bi hêz bihîst. Cîranek ji bo vemirandina agir alîkariya min kir. Ez ji bo gilî çûm dadgeha asliye ya Silêmaniyê. Lê polîsan nedixwest lêpirsîn bidin destpêkirin. Evane hemû ji ber nûçeyên ên derbarê Kurdistanê Iraqê de çêkirîn û nerazîbûnên li hemberî Meydana Azad pêk hatin.

*Roja piştî wê wesayîta rojnamevanê Yektiya Îslamî ya Kurdistanê, Adil Hesen jî li Silêmaniyê hat şewitandin.

*Roja 10’ê Nîsanê jî ji kanala televîzyona Speda ya YÎK’ê nûçegihan Ferhad Muhemed û kameraman Abdullah Ahmed ji bo xwepêşandanê bişopînin çûn Zaxoyê û ji aliyê ewlekariya PDK’ê ve hatin binçavkirin.

*Di 5’ê Nîsanê de jî nûçegihan û pêşkêşvana Radoyaya Newa Niyaz Abdullah, rojnamevanê rojnameya Hawlatî Wirya Heme Salih gava dixwestin xwepêşandan li ber Zanîngeha Selhedîna Hewlêrê bişopînin tam 2 demjimêran di bin çavan de man. Niyaz Abdullah derbarê mijarê de agahî da RSF’ê û got; "Xwestin telefon, denggir û kamera min ji min bigirin. Ji min karta bîrê xwestin lê min neda.”

*Umêd Omerawayî yê ku nûçegihaniya Peyam Tv û Komal News dike, gava dixwest li Soranê dîmenê nexweşxaneyê bikişîne li rastî astengiya polîsan hat.

* Herwiha, nûçegihan Belên Osman ku ji bo malpera fermî ya Yekitiya Îslmanî Kurdiu.org dixebite, gava 5’ê Nîsanê li Hewlêrê wêne dikişand, ji aliyê hêzên ewlekarî yên PDK’ê ve hat binçavkirin. Pişt ew birin navenda Asayîşê, li wir serbest hat berdan.

GEFÊN MIRINÊ

Li Başûrê Kurdistanê gefên mirinê yên li dijî rojnamevana ranawestin:

*Rojnamevanê û nivîskarê serbest ê ku ji heftenameya Awêne re dinivîse di 7-8’ê Adarê de 13 caran gefa mirinê lê hat xwarin. Rojnamevan-nivîskar got; "Gava ez li mal bûm, telefona bi jimara 075 03 71 15 74 di navbera demjimêr 09.00 û 00.54 de 13 caran li min geriya. Min bersiv da 5 lêgerînan. Gava min cara dawî bersiv da, kesek ji min re got "Tu wê sibe bimirî”.

*Herwiha roja 7’ê Adarê bi riya telefonê li rojnamevan Rabar Uzer gefa "Ger tu êdî xwepêşandanên li Meydana Azadî bişopînî em ê te bikujin” hat xwarin.

*Redaktorê rojnameya Awêne yê Hewlêrê Nizar Xezalî roja 6’ê Adarê ji ber karên xwe yên di rojnameyê de bi mirinê hat tehdîtkirin. Piştre Xezalî gilî kiribû.
Category: Welatê me | Views: 345 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]