KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » gulan » 23 » Şampiyonê Ewrupa Întermilan e!
17:13
Şampiyonê Ewrupa Întermilan e!
SANTÎAGO BERNABEU - Di lîstika şevê din ya di navbera Înter û Bayern Munîh a Fînala Lîga Şampiyonan a Ewropayê hatî lîstin de Înterê bi 2 golên Milito kûpayê bire mala xwe.

Lîstika fînalê li Santiago Bernabeu'ya Madrîda Spanyayê di navbera Bayern Muniha tîma Elmanyayê û Întera Îtalyayê de hat lîstin.

Lîstikvanê Înterê Diego Milito bi golên ku di deqîqeyên 35'an û deqîqeya 70'yan de avêtî, kûpaya Lîga Şampîyona ya Ewrupa a îsal diyarî Înter’ê kir.

Bi vê kûpayê Înter ev kûpaya 3. ne îsal dibe mûzeya xwe. Înter berê vê jî bi çend rojan kupaya Îtalya û kûpaya Şampîyonan ya Îtalya bi dest xistibû.

Înterê heta niha 2 kûpayên Navparzemînan (1964 û 1965) û 3 caran jî kûpaya UEFA (1991, 1994, 1998) biribû mûzeya xwe, îsal jî yekem care Kûpaya Lîga Şampiyonan ya Ewrupa bi dest dixe.

Rahênerê Înterê Jose Mourinho kupeya yekem ya xwe di dema rahênerîya Portoyê dikir de bi dest xistibû, li gel vê jî bû kûpaya duwem ya Lîga Şampîyonan ya Ewrupa bi dest dixe.

ji ANF


Category: Cîhan | Views: 386 | Added by: AZAD_KurdDOZ | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]