KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 5 » Schulz: Rejîma Sûriyeyê jî wek a Lîbyayê dîktator e
19:58
Schulz: Rejîma Sûriyeyê jî wek a Lîbyayê dîktator e
Serokê Koma Sosyalîstan a Parlamentoya Ewrûpayê (PE) Martîn Schulz, bang li rayedarên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û dewletên endam ên YE’yê kir ku bila li hember rejîma Sûriyeyê bikeve nav helwesteke hevgirtî û lihevkirî.

Martin Schulz bertek nîşanî rejîma Beşar El Esad da ku ev rejîm li Sûriyeyê ji xwepêşandanê 15’ê Adarê û vir ve bi êrîş û mudaxeleyên bi xwîn diçe ser xwepêşanderan. Di vî warî de Schulz wiha axivî: "Rejîma ku ji ber hemwelatiyên wê xwepêşandanan li dar dixin bi mîtralyozan êrîş dike û komkujiyan pêk tîne, Sûriye ye.”

Schulz ê li ber navenda çapemeniya PE’yê daxûyaniya xwe belav kir der heqê rejîma Sûriyeyê û serokê wê de wiha pêde çû: "Serokê vê rejîma hanê Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad e. Lê belê hine serokdewlet û hinek rayedar wekî (heçko) Beşar Esad ji Mûhammer Qeddafî pir cûdatir e, ketine nav bêdengiyê.”

Schulz ê ku bi van gotinan helwesta welatên Ewrûpayê rexne kir, wiha got: "Ev helwesta hanê, dîktoran han dide ku zêdetir xwînê birijînin.”

RAPERÎN DI ROJEVA PE’YÊ DE NE

Komên siyasî yên PE’yê dê sibe piştî danê nîvroyê raperînên gel û rejîmên desthilatdar ên Sûriye, Bahrên û Yemenê gotûbêj bikin. Parlamenterine dê li ser pêşnûmebiryarekê rawestin.

Komîsera Bilind a Berpirsa Pêwendiyên Derve ên YE’yê Cathrina Ashton dê di rûniştina sibe de amade be. Tê payîn ku di giftûgoyên PE’yê yên sibeyê de li hember rejîmên zextkar û totalîter helwesta YE’yê ya nerm ji aliyê parlamenteran ve bê rexnekirin.

Hat zanîn ku di pêşnûmebiryarên hin komên siyasî yên sibe tevlî gotûbêjên PE’yê dibin de tê xwestin ku YE di têkiliyên xwe yên bazirganî yên bi cîhana derve re pîvan û normên mafê mirovan bike bingeh û ji bo YE di kiryarî û pragtîkî de pêk bîne, divê zexta pêwîst lê bê kirin.

Her wiha hat zanîn ku nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl jî li avahiya PE’yê ya Strasbourgê de konferansên ronîkirin û agahdarkirinê bidin. Tê payîn ku PE pêşnûmebiryarê roja Pêncşemê pesend û erê bike.
Category: Cîhan | Views: 355 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]