KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » hizêran/pûşper » 3 » Şêrko Bêkes: bo Şîrîn Elemhulî
17:41
Şêrko Bêkes: bo Şîrîn Elemhulî

Terorkirin û lisêdaredan… Du madalye û pênasînên herî diyar ên ronakbîr û ciwanên îro yên vê Kurdistanê ne.

Ew pênasîna ku dîktatoran ji bo cara duyemîn bi sing û berê qurbaniyên xwe ve dadileqînin… Ew ji bo qaşo me bêdeng bikin û bitirsînin û vegerînin…

Em jî ji bo vê pênasiyê bi rûyê wê yê ciwan bi sînga xwe ve daleqînin, bi pênûsa ronahiyê tarîtiya wan vemirînin û binivîsin: Li cem me, bi mirineke bi vî awayî jiyan dest pê dike û bi vê sêdaredanê serbilind dibin û şewq didin…
Terorîstan Soranê Mame Heme û Serdeşt Osman li vir… Bivirê komara Îslamî li aliyê wî alî… Herdu alî di durêka tarî û mirinê de dibin yek.
Di rastiyê de em jiyan in û ciwanên me ayende ne û naqedin…
De ka ji min re bibêjin: Ji vê Rojhilatê heta Rojava, ji serê vî welatî heta binê vî welatî, ji kevn û heta niha, sêderekaran karî çi ji me bikujin!
Karîn çi ji hewara me ya şeroş û azadiyê kêm bikin…
Ma sêdaredaran karîn Çiyayê Şaho bitirsînin?
Ma karîn golên Wan û Urmiyeyê bêdeng bikin?
Ma karîn çokê Pîremegrûnê bitewînin?
Ew tiştên ku heta niha sêdaredaran karîne kirine…
Timî berevaciya wê pêkhatiye: Karwanê me dirêjtir bûye…
Dengê me zelaltir û girseyiya me gelektir bûye!
Sêdaredar tirsiyane… Ji kurd tirsiyane…
Sêdaredar reviyan û em her man.

Komara Sêdaredanan a Îslamî ya Îranê
pîr pîr bûye
Lê baweriya me her germ e…

Komara Sêdaredanan a îslamî ya Îran xwuz xwûz bûye û
Lê em jî niha li ciyekî bilin di nava hewldana
bi destgirtina rojê û daxistina wê ya ser erdê ne…

Ji serê sibehê de… Kolana herî mezin a Sine
bû bi Ferzadê Kemanger…
Ji serê vê sibehê de … Mestirîn bexçeyê Mehabadê bû bi Şîrîna Elemhulî…

Di zeraqa serê vê sibehê de… Hemû ew zarokên ji dayikbûne
Navê Ferhadê Wekîlî li wan hatiye kirin!
Ji îro û pêde…
Di yekemîn ronahiya serê sibehê de Mehdî Îslamiyan bû Gola Wanê di berbanga îro de:
Elî Heyderiyan
bû bi Taq Bostana Kirmaşan:
De fermo Sine lisêdarê bidin?!
Serê Mehabadê bibirin…
De fermo nehêlin zarokên me ji dayik bibin!?
De fermo
Nehêlin baran bibare û mehêlin giya şîn bibe û
Nehêlin zevî bijîn!

Ez ji îro û pêde, evîndarê çavê Şîrîn Elemhulî me
Ji îro û pêde çi helbestên min hene, ez ê wan bikim bi
Gula sitranan ji bo bejna Şîrîn Elemhulî…
Ji niha û pêde ez tayek ji porê wê me…
Ji niha û pêde
Ez neynûka tiliya wê me…
Ji niha û pêde ez dibim ew cote pêlavên
Ku cara dawî xistibû piyên xwe û pê çû sêdarê û
Ji niha û pêde, ez ew bazinê bi cî mayî yê destê
Şîrîna Elemhulî me…
Komara Îslamî ya sêdaran
Çi li sêdareyan neda, ji xewnê heta helbestê û
Ji helbestê hata jinê û ji jinê heta nan,
av û gul û kaniyan
Ya ku
Komara Îslamî ya sêdaran
nikare bi ti awayî li sêdarê bide
Ayinde (pêşeroj) û azadî ye…


ŞÊRKO BÊKES
Werger: SERKAN BIRÛSK

ji welat.org

Category: Welatê me | Views: 604 | Added by: KDoz | Tags: Şîrîn Elemhulî, Şêrko Bêkes | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]